HPG’ê şehîdên sala 2017’an bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got “Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da

“Sala 2017’an bû yek ji wan salên ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me û tevgera me ya azadiyê PKK’ê zêde bûn. Di nava salekê de artêşa Tirk a qirker hemû derfetên xwe yên madî seferber kir û ev derfet bi kar anî. Dîsa bi piştgiriya hêzên hegemonîk ên navneteweyî, xwest gerîlayên azadiyê yên ku hêviya azadiyê ya gelan e, tune bike. Li hemberî van hemû êrîşên berfireh, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi îradeyek Apoyî ya bênavber bersiv da van êrîşan. Gerîlayên azadiyê ya ku di her şert û mercî de ji bo parastina hebûn û destkeftiyên gelê me biryara têkoşînê da, di sala 2017’an de bi îdiayeke mezin têkoşîna xwe domand. Di vê têkoşînê de ya bi ku îrade û fedakariyeke mezin hate kirin, şehadet jî çêbûn. Bi ked û hewldanên mezin ên şehîdên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de nekarî armancên xwe pêk bîne, hêzên me derbên giran li dagirkeran dan. Hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan ên ku pêşengiya vê têkoşîna destanî kirin, bi dilsoziya xwe ya mezin a li nirxên hevrêtiyê û bi helwesta xwe ya tûj a di îdeolojiya Apoyî de, li hemberî êrîşên dijmin piştî şerekî bi lehengî şehîd bûn. Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Zîlan Dêrsim 

  Nav û paşnav: Zîlan Aybar

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Necmiye - Abdurahman

 Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Piling Rustem

  Nav û paşnav: Ahmet Kaya

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Emîne  - Abdullah

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Dijwar Întîkam

  Nav û paşnav: Îsa Arslan

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Halîme - Nîhat

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav:  Zinar Raperîn

  Nav û paşnav: Ridvan Can

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Meryem - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Şervan Azad

  Nav û paşnav: Tekîn Demîrbaş

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Pîraze - Zulfîkar

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ZÎLAN DÊRSIM

Hevrêya me Zîlan li Colemêrgê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Hevrêya me ya ku weke jineke ciwan xwedî kesayeteke têkoşer e, ti carî rola ku sîstem û pêkhateyên kevneşopî daye jinê qebûl nekiriye, li rê û rêbaza têkoşînê ya ku wê bi rastî îfade bike geriyaye. Di vê pêvajoyê de hevrêya me ya ku Felsefeya Azadiya Jinê ya Rêber Apo ji nêz ve nas kir, ji kûr ve girêdayî Partiya me bû û li Zagrosê ya ku Rojîn Gevdayan derbên giran li dagirkeran dixist, tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku di sala 2013’an de li ser esasê parastina gelê me û misogerkirina azadiya wê tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê bû, piştî perwerdeya nû ya şervaniyê li Avaşînê li heman qadê dest bi pratîkê kir. Hevrêya me bi felsefeya Rêber Apo, weke milîtaneke leheng a partiya me PAJK’ê, bi coşeke mezin hemû erkên şoreşgerî bi cih anî û li ser esasê serkeftinên bilind xebatên xwe meşand. Hevrêya me ya ku di qadên herî dijwar de pratîk kir, bû mînaka rastiya jinê ku weke jineke ciwan a Kurd di xeta fedaî de kûr bû. Hevrêya me Zîlan a ku her tiştê gerîlatiyê bi meraqeke mezin fêm kir û tiştên ku hîn bû jî ragihand ji hevrêyên xwe. Hevrêya me bû yek ji şervana jîr a YJA Starê û fermandara serdema nû. Hevrêya me Zîlan bû milîtana Xeta Azadiya Jinê ya ku li hemberî rastiya jinê ya ku dengê wê hatiye tunekirin û koletiya li ser axa ku çanda xwedawend afirandiye. Hevrê Zîlan bi jiyana xwe, bi hevrêtî û şerê xwe bi awayekî zelal nîşan daye ku ew milîtana xeta serkeftinê ye. Hevrê Zîlan ku weke her milîtaneke Apoyî, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ji xwe re kiriye hedefa xwe, di wê baweriyê de bû ku ev yek bi têkoşîna li ser xeta fedayî pêkan e. Helwesta xwe ya fedaî ya di jiyan û şer de bi tevlîbûna nava Hêzên Taybet gihandiye lûtkeyê. Her kêliya xwe bi xwendina bîranînên hevrêyên xwe derbas dikir, dixwest bibe parçeyek ji jiyana wan û wan di hemû hucreyên wan de hîs bike. Hevrê Zîlan ku bi sekna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya kûr û pêşengtiya xwe heta şehadetê bû milîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrê Zîlan wê her tim li ser hevrêyên me fermandariyê bike û rêya me bi van taybetmendiyan ronî bike.

PILING RUSTEM

Hevrêyê me Piling li Sêrtê ji malbateke ji Sêrtê ji dayik bû, ji ber zextên dijmin neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike û ew li Mêrsînê mezin bû. Di malbateke feqîr, kedkar û welatparêz de mezin bûye. Ligel ku demekê li dibistanên fermî yên Tirkiyeyê xwend jî, dev jê berda û jiyana xwe ya karkeriyê domand. Ne di dibistanên fermî yên Tirkiyeyê de û ne jî di jiyana modernîteya kapîtalîst de ti carî xwe winda nekir û wî cewhera xwe ya Botanê parast. Ji ber ku xizm û derdora wî ya nêz tevlî partiya me PKK’ê bû, sempatiya wî ya ji bo PKK’ê zêde bû. Ji ber ku hevrêyê me Piling bi hesreta mezin a dûrî welatê xwe, bi êşa gelê xwe, bi hêrsbûna kurê gelê bê nasname, di dilê xwe de jiyan nas kiriye. Wî fêm kir ku jiyaneke rast, di lêgerîna jiyana azad de ye. Hevrê Piling ku li ser esasê lêgerîna jiyana azad beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû, di van çalakiyan de bi xwe şahidiya rûyê rast ê dijmin kir. Mêtingerên ku nekarîn meşa şoreşgerî ya hevrêyê me Piling bidin sekinandin û xwestin wî ji têkoşîna azadiyê asteng bikin, gelek caran hewl dan wî destgîr bikin û wî bitirsînin. Li ser vî esasî di sala 2011’an de 6 mehan di girtîgehê de ma. Lê vê pêvajoyê hişmendiya hevrêyê me û hêrsa wî zêde kir. Hevrêyê me di bihara 2012’an de, yek ji qonaxên lûtkeya şerê gelê me yê şoreşgerî, biryar da têkoşîna xwe di nava refên gerîla de bidomîne, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê dibe.

Hevrêyê me Piling perwerdeya xwe ya yekem di qada Metîna de di nava refên PKK’ê de stend û li qada Heftanînê dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me Piling ku li Heftanînê fêrî gerîlatiyê bû û tecrube stend, him di hunera leşkerî de û him jî di azadiya PKK’ê de asteke girîng bi dest xist. Li ser vê bingehê ji bo pisporiya şaxên leşkerî derbasî jîngeha akademiya leşkerî dibe. Piştî perwerde û pisporiyê di heman akademiyan de hevalên xwe perwerde dike û alîkariya hevalên xwe dike. Di hunera leşkerî de kûr dibe, di fermandariyê de jêhatî dibe, di milîtaniya Apoyî de mezin dibe. Li ser vê bingehê di nava xebatên hestiyar ên Partiya me de cih digire ku bawerî û hesasiyeteke mezin dixwaze. Hevrêyê me hewl dide ku erkên xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne. Her çend hevrêyê me Piling di pratîkê de ji ber ku binê pêyê wî rast e, zehmetiyê dikişîne jî vê nerihetiyê wekî astengiyê nabîne.Fermandar Egîd ê ku binê pêyê wî jî rast bû ji xwe re dike mînak. Hevrêyê me Piling ku ji qada Qendîlê derbasî Çarçella bû, ji ber bandora hawirdora şerê germ li vir ket nav pratîkê. Ji ber ku bi salan wî dixwest dijmin bibîne û hemû hunerên xwe dide têkoşînê. Li ser vê bingehê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Li ser şopa yek ji fermandarê me yê mezin Reşît Serdar li Zagrosan li ser serkeftina gerîla disekine. Hevrêyê me Piling ku heta kêliya ku gihişt şehadetê ji vê helwestê tawîz neda, weke fermandarekî pêşeng tevlî karwanê şehîdan bû. Helwesta birûmet, kesayeta xwe ya bi rûmet, milîtaniya kedkar û fermandariya leheng a hevrêyê me Piling wê her tim ji me re hevalan re bibe mînak û bîranîna wî wê her tim rêya me ronî bike.

DIJWAR ÎNTÎKAM

Hevrêyê me Dijwar di malbateke ji eşîra Pinyanîş a yek ji eşîrên welatparêz ên Colemêrgê de hatiye dinê. Ji ber ku di rastiya dijmin de mezin bû, bûye şahidê hemû êşkence û zextên dijmin ên li ser gelê me. Dîsa ji biçûkatiya xwe fêrî êşên gelê me, hestên wî yên welatparêziyê, dilsoziya bi ax û welatê xwe re dibe. Hevrêyê me Dijwar ku di axaftinê de zehmetî dikişand, di dilê xwe de gelek hestan jiyan kir û fêrî bahozên di nava dilê xwe de bû. Her çiqas di dibistanên dewleta Tirk de bi serketî xwendibe jî, bertek nîşanî pergala Tirk a li ser asîmîlasyon û qirkirinê da. Di sala 2014’an de ji aliyê rejîma Tirk ve ji bo leşkeriyê hat erkdarkirin. Pergala dewleta Tirk a ku rûyê wê yê rastîn nas dikir, di dema leşkeriya xwe de baştir dît û bi xwe bû şahid. Her çiqas demeke pir kin di derdora leşkerî ya Komara Tirk de bû jî, hêrs û berteka xwe ya li hemberî rejîma dagirker derxist asta herî jor. Dema ku faşîzma DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrêyê me Dijwar got, êdî bes e. Ji baregeha artêşa Tirk a li Mereşê reviya û li Zagrosê tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dijwar zû jiyana PKK’ê nas dike û adapteyî wê dibe. Ew nikare zêde biaxive lê wateyên mezin dide gotinên hindik. Ew diyar dike dema ji pergala qirêj a TC’yê reviyaye û hatiye nav PKK’ê wekî ku ji nû ve dayik bûye. Bi coşeke mezin a jiyanê, bi moral û coşeke bilind tevlî jiyana gerîla dibe û hewl dide her tiştî hîn bibe. Ew ne tenê hunera leşkerî pêş dixe û bi ser dikeve, di heman demê de asteke girîng di bûyîna milîtanekî Partî de jî bi dest dixe. Hevrêyê me Dijwar bi ked, hewldan, tevlîbûna samîmî ya jiyanê û hevrêtiya xwe ya ji dil di her hawirdora ku lê ye de evîna hevrêyên xwe qezenc kiriye. Teqez li ser her kesê ku pê re têkilî û silav lê dikir, şopek hişt û yê ku hevrêyê me Dijwar carekê nas dikir, ji bîr nedikir. Di erdnîgariya dijwar a Zagrosan de mîna pezkovîyekî pêş ket û bi bezîna ji serî ber bi jor ve hewl dida, di her peywirê de bi ser bikeve. Digel ku hê gelek tişt hebûn ew ji bo gelê xwe bike, şehadeta wî ya zû bû sedem ku kîn û hêrsa hevrêyên wî zêdetir bibe. Em hevrêyên wî em soz didin ku em ê tola hilînin, xwîna wî li erdê nehêlin û teqez li ser bîranîna hevrê Dijwar em ê bigihêjin xeyalên wî.

ZINAR RAPERÎN

Hevrêyê me Zinar li Şirnexê ji dayik bû, ku bi pêşengiya serhildanên bi têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê pêş ket, rûpeleke nû di dîroka gelê me de vekir û di malbateke ku hişmendî û çanda welatparêziyê tê de zindî ye, mezin bû. Ji ber taybetmendiyên welatparêzî yên malbatê û derdora ku lê jiyaye û ji ber pêşketina PKK’ê ya li qada Botanê, partiya me ji biçûkatiya xwe ve nas kir. Bi berxwedana dîrokî ya di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de ku ji bo tinekirina destkeftiyên gelê me yê di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi hezaran şehîdan bi dest xistine û ji hevrêyên me yên şehîd ên ku mohra xwe li vê berxwedanê dane, bandor bû. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet di wê baweriyê de bû ku di vê pêvajoya dîrokî ya ku gelê me tê re derbas dibe divê ew jî barê xwe hilgire. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku berê xwe da refên têkoşînê, tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû.

Hevrêyê me Zinar ku rastiya wê dît ku ti civaka ku parastina xwe ya cewherî ava nekir û pêş nexist, bi mayîna li ser piyan re nikare hebûna xwe biparêze û li ser vê bingehê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê bû, xeta berxwedanê nîşanî hemû ciwanên Kurd da. Hevrêyê me yê ku di temenekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû, bi lez û bez xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kir û bi pêş ket. Hevrêyê me yê ku bi kelecanek mezin bi jiyanê ve girêdaye, bûye şahidê nirxên pîroz ên ku bi hezkirina hevrêtiyê hatine afirandin û her tim hewl daye van nirxan hîn bêhtir mezin bike. Hevrêyê me Zinar ku berxwedan û dîroka qedîm a gelê me di perwerdehiyên ku distand hîn bûyî, di nav hewldaneke domdar û kûr de bû ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve ava bike û bi felsefeya Rêber Apo bersivê bide peywirên ku serdemê hewce dikir. Hevrêyê me Zinar ku bi felsefeya Rêber Apo hîn bû ku ferd tenê bi azadkirina civak û xaka xwe bi pêşengiya jinê dikare civakeke azad biafirîne, ji bo ku vê rastiyê di şexsê xwe de vehewîne û di nav civakê de belav bike ketiye nav hewldaneke bê sînor. Hevrêyê me Zinar ku baweriyên xwe di her kêliya jiyana xwe de nîşan dide û xwedî tevlîbûneke bi coş û kedkariyê bû, bi jiyan, sekn û dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan re karîbû hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixîne. Hevrêyê me Zinar li dijî êrîşên dewletên dagirker ên li ser gelê me û Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ku temînata azadiya gelê me ne xeta fedaîbûnê esas girt û li ser vê bingehê tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye Hevrêyê me Zinar ku bi tevlîbûna xwe ya sade û kedkarane ya li nava xebatên Hêzên Taybet re rêgeza jiyîna fedaîbûnê di rêya herî paqij de pejirandiye, di vî alî de bûye xwedî ked û lêhurbûnek giranbuha. Van lêhurbûnên xwe bi hevrêyên xwe re jî parve kir. Hevrêyê me Zinar ku di mejiyê xwe de rastiya ku yek ji hêmanên bingehîn ên ku jiyana PKK’ê bi qîmet dike, hevrêtî ye, ji bo hevrêyên xwe yên bi wan re dijiya, ked da û têkoşiya. Bêdudilî fedekarî kir û dema hat xwestin ji bo hevrêyên xwe biparêze, xwe kir mertal û şehîd bû. Hevrêyê me Zinar ê xwedî ruhekî ewqas bilind û bi rûmet e, bi can û têkoşîna xwe bûye pîvana hevrêtiyê. Em soz didin ku em ê keda hevrêyê xwe Zinar ê ku di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên gerîla bû û bi fedaîbûnê jiyanê parast, bi serkeftinê tacîdar bikin.

ŞERVAN AZAD

Hevrêyê me Şervan Mûş li Milazgîrê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku gelek şehîdên wan hene. Hevrêyê me Şervan ku li axa lê ji dayik bûye bi xwezayê re di nava ahengiyê de dijî, bûye şopdar û piştevanê xeta berxwedanê ya Partiya me. Hevrêyê me ku ji ber leşkeriya mecbûrî ya dewleta Tirk a mêtinger ferz kir neçar ma koçî Ewropayê bike, felsefeya Rêber Apo ya li dijî hemû êrîşên gendelî û tinekirinê yên modernîteya kapîtalîst bi pêş ket, hembêz kir û di demeke kurt de gihîşt kûrbûneke mezin. Hevrêyê me Şervan ku felsefeya jiyanê ya Rêber Apo li ser bingeha demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bûyî derxist zanistiyê û zanî ku yekane rêya rizgarkirina gelê Kurd e, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me yê ku di sala 2016’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya plana qirkirina gelê me ji qada dîrokê de pêş ket û êrîşên xwe yên di vî warî de zêde kir, di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi vê rêyê, rêya berxwedanê nîşanî ciwanên Kurd daye û bersiveke berçav daye dagirkeran ku her êrîş wê bi xeta PKK'ê bi berxwedanê were bersivandin.

Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe ya şervaniya nû demekê li qada Garê pratîk kir, di şexsê xwe de ji bo afirandina nasnameyeke xurt a partiyê esas girtiye û bi meşa li ser xeta fedaîtiyê re kiriye armanca xwe ya bingehîn. Hevrêyê me Şervan ku bi lez û bez bi hawira ku tê de dijiya re entegre bû; bi taybetmendiyên xwe yên bi coş, kelecan û berhemdar, di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan da. Hevrêyê me ku bi lez û bez rêgezên gerîlatiyê hîn bû û bi veguhastina pratîkê re tiştên hîn bû, xurt kir, li her qada lê bû bû pêşeng û hezkirin û hurmeteke mezin a hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me yê ku di xeta Rêber Apo de têkoşîneke bêhempa bi dest xist, weke beşdarekî bi cewher bû milîtanê xeta şehîdan. Hevrêyê me Şervan ku di demeke kin de asteke mezin bi dest xist û di xeta şervanan de meşiya, tevlî Hêzên Taybet bû û asta têkoşînê bilind kir. Hevrêyê me Şervan bi xwe jî weke gelek hevrêyên xwe yên fedaî xwest li dora Rêbertiya me çemberek ji agir ava bike û ji bo vê jî bi hemû hebûna xwe hewl daye di îdeolojiya Rêbertiyê de kûrtir bike. Her ku fikrê Rêberê me nas kir, tevlîbûna wî jî ewqas kûrtir bû, tevlîbûna wî ya têkoşînê zêde bû û weke namzetê fermandariyê yê pêşeng derket pêş. Ji ber vê yekê di her kêlî û qada jiyanê de xwe berpirsiyar didît û li ser van prensîban beşdarbûna xwe zêdetir bi zanebûn dikir. Hevrêyê me Şervan ê ku hevrêtiya PKK’ê di ser her tiştî re dinirxîne, ji bo hevrêyên wî zirarê nebînin, kêliyekê jî dudilî nebû, xwe da pêş û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Şervan ku bi vê helwestê karîbû bibe nûnerê xeta şehîdan, di meşa azadiyê ya Partiya me de jî bi biryardarî meşiya û di xeta lehengên me yên nemir de bû parçeyek ji dîroka bi rûmet a PKK’ê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan re dixwazin ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî nîşan dan ku serketin bi têkoşîna li ser xeta fedayî pêkan e û di şexsê xwe de pratik kirin."