PÎK: Sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi boneya pîrozkirina sersalê daxuyaniyek nivîskî da û got ku sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi boneya pîrozkirina sersalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya PÎK’ê wiha ye:

“Sala 2022’an şerê di navbera Rûsya û Ûkranyayê de li cîhanê bû sedemê krîza enerjî û aboriyê. Bandorek nerênî li ser jiyana mirov çêkir.

Mixabin sala 2022‘an dewleta Tirk a dagirker şerê di navbera  Rûsya û Ûkranyayê de ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj weke firsend dît, lewma bêyî ku dem derbas bike êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Dewleta dagirker, êdî ne li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst stratejiya xwe ya komkujiyê li dijî gelê Kurd didomîne. Mîna berê dîsa li Fransa êrîş bir ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û 3 Kurd qetil kir.

Hêvîdarin ku ev sala nû ji zilm û komkujiyên dîktatoran rizgar bibe.

Pêwîstiya gelê Kurd sala 2023’an bi aştiya navxweyî, xwişk û biratî û yekîtiyê heye.

Daxwaza me di serî de ji hemû partî û rêxistinên gelê Kurd ew e ku, sala 2023’an weke sala yekîtî û aştiya navxweyî pêşwazî bikin.

Em ji Rahman hêvî dikin ku ev sala nû ji bo gelê me yê mazlûm bibe wesîleya Kurdistanek serbixwe û azad û em di wê baweriyê de ne ku wê sala nû ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.

Ji bo hemû gelên cîhanê jî bibe wesîleya aramî û aştiyê.”