Sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîlan.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 27'ê Kanûnê ji saet 17:00 heta êvara 28'ê Kanûnê 20 caran bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê de 4 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîl hatin barandin.

Agahiyên li ser çalakiyan û êrîşan;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

28'ê Kanûnê saet di 10:30, 12:40 û 17:50'î de li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, 3 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

27'ê Kanûnê ji saet 17:00 heta êvara 28'ê Kanûnê li nêzî Qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, 20 caran bi çekên kîmyewî çeperên berxwedanê yên gerîla hatin bombekirin. Di heman demê de malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan hatin şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Kanûnê qada Dola Mêranê ya Garê û qada Newrozê ya Qendîlê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî Gundê Sîda û Qada Çemço yên ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."