Dagirkeran 14 caran bi çekên qedexe êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî û carekê jî bi bombeyên qedexe li çeperên berxwedanê yên gerîla ên nêzî herêma Çemçoyê da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî, carekê jî bi bombeyên qedexe, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê bombe kir. Ev bomberdûman ji 29’ê Kanûnê destê sibehê heta êvarî domiya.”

Agahiyên li ser êrîşan wiha ne:

“Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

29’ê Kanûnê ji destê sibehê heta danê êvarê çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê 14 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

29’ê Kanûnê saet di 15:30’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di meha Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”