Malbata Şenyaşar: Em edaletê dixwazin

Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne got, “Bila sala 2023’yan bibe saleke wisa ku hemû welatî xwe tê de azad û bi ewle hîs bikin. Azadî, ewlehî û aştî bi edaletê pêkan e.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 664’an de jî berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya dijîtal wiha got, “Bila sala 2023’yan bibe saleke wisa ku hemû welatî xwe tê de azad û bi ewle hîs bikin. Azadî, ewlehî û aştî bi edaletê pêkan e. Tirkiyeyeke bêedalet nabe. Teqez divê edalet pêk were.”