Sayyîgît: Tirsa herî mezin a desthilatdaran jinên rêxistbûyî ne

Hevşaredara Edremîtê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku, tirsa herî mezin a desthilatdaran jinên rêxistinbûyî ne û got ku, weke jinên li Wanê dijîn ji bo berfirehkirina rêxistinbûna jinan xebat dimeşînin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgit a ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de weke Hevşaredara navçeya Edremît a Wanê hatibû hilbijartin, bi hinceta Qanûna Bi Hikmê Qanûnê (KHK) ji aliyê Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) ve erk jê re nehatiye dayîn. YSK'ê ku peywir neda Sayyîgît, diyarî namzetê AKP'ê yê ku di hilbijartinê de bi ser neket kir. Hevşaredara Edremîtê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser xebat û têkoşîna jinan a li Wanê ji ANF'ê re axivî.

Sayyîgît anî ziman ku, di dîrokê de desthilatdariyên serdest ên mêr ji bo parastina hebûn û hêza xwe ji polîtîkayên zayendîparêz, mîlîtarîst û faşîst xwe xwedî kirine û got, "Tirsa herî mezin a van desthilatdaran rêxistinbûna jinan bû. Em jinên li Wanê dijîn, di vê kêliyê de ji bo belavkirina hêza rêxistinkirî li beşên herî berfireh dixebitin. Em hewl didin bi xebata xwe, xwe bigihînin tevahî jinan. Van xebatan carna di forma atolyeyan de, carna di çarçoveya civînan de û carna jî bi sohbetên yek bi yek pêk tên. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin her jinê, dest bidin wê, guhdarî bikin.”

WAN DI WARÊ XEBATÊN JINAN DE BAJAREKÎ XWEDÎ POTANSIYELEKE MEZIN E

Sayyîgît bi lêv kir ku, Wan bajarekî xwedî potansiyeleke bilind e di warê xebatên jinan de û wiha got: “Di xebatên me de ev yek bi zelalî diyar dibe. Ji ber ku em ji rol, mîsyon û hêza jinê haydar in, her karê ku em dimeşînin ji bo me bi fêde ye. Ger hûn bipirsin gelo ev bes in, bê guman na. Xebata me heta ku bigihêje beşên herî berfireh û herî zêde hêza rêxistinbûyî ya jinê bi dest bixin wê bidome. 

Di deh mehên destpêkê yên sala 2022’an de mêran 280 jin kuştine, taciz li 131 jinan kirine, îstismar li 205 zarokan kirine, şîdet li 675 jinan kirine, destavêtin li 25 jinan kirine. Her çiqas li cîhanê tundiya li ser jinê pirsgirêkek girîng e jî, li Tirkiyeyê her diçe jiyana jinan dorpêç dike. Ev rewşên ku bi hev ve girêdayî ne û sedemên wê yên siyasî hene. Daxuyaniyên desthilatdariyê, helwesta çapemeniyê ya li ser vê mijarê û helwesta darazê ya li ser vê mijarê her roj bûyerên îstîsmarê li welat zêdetir dike.”

YEKANE RÊYA RIZGARBÛNA JI VÊ SÎSTEMÊ, BI ŞEV Û ROJ XEBITÎN E

Sayyîgît da xuyakirin ku, hilbijartinên giştî wê di demeke ku polîtîkayên zext, destgîrkirin, tundî, girtin û tirsandinê bigihêjin asta herî jor de, got, "Gel di her şert û mercî de ji vê hilbijartinê re amade ye. Partiya ku wê di vê hilbijartinê de diyarker be Partiya Demokratîk a Gelan e. Ji bo ku ev desthilatdarî têk biçe, divê tu mal, cîhê kar an herêmek ku em xwe negihînin nemîne. Yekane rêya xilasbûna ji vê pergalê xwendin, şev û roj xebat e. Wekî din tu rê tune.”

Sayyîgît di dawiyê de wiha got, “Me bi hevserokatiya xwe û modela temsîlkariya wekhev a ku jin di hemû mekanîzmayên siyasî de cihê xwe digirin, li cîhanê yekemînek bi dest xist. Desthilatdariya AKP'ê ku dixwaze jinan li derveyî tevahiya qada jiyanê bihêle, êrîşî modela me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev dike. Hewl dide ku tevahîya qada jîyanê kêm bike. Bi girtin û destgîrkirinan, bi girtina saziyên me re hewl didin jinan ji têkoşînê vegerînin. Li hemberî vê yekê em jin têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bênavber didomînin."