Bayindir: 2023 wê bibe sala têkçûna AKP-MHP'ê

Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê dîlgirtî Keskîn Bayindir got, "2023 wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê."

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Amedê peyamek ji bo sersalê şand.

Peyama Bayindir wiha ye:

"Em di saleke wisa de derbas bûn ku gelê me li her aliyên Kurdistanê li dijî desthilatdarên ku bi her awayî êrîşê destketiyên gelê Kurd kir, di nav têkoşîna demokrasî û azadiyê de bûn. Serhildana ku li Rojhilat bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir, êrîşên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî yek ji rojeva cîhanê ya girîng bûn. Li aliyê dinê rola gelê Kurd a diyarker a di siyaseta Tirkiyê de, bala raya giştî da ser xwe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi polîtikayên şer hewl dide desthilatdariya xwe mayinde bike, van hemû geşedanan li ber xwe wek asteng dît. Lewma jî bi her awayî êrîşî destkeftî û nirxên gelê me dikin.

Ligel hemû êrîşên wan, gelê Kurd paşve gav neavêt, serî netewand. Diyar e ku helwesta gelê me ya bi biryar her ku diçe tirsa wan a têkçûyinê zêdetir dike. Dixwazin çîrokeke lehengiyê binivîsînin lê dikin nakin, nikarin binivîsînin, dixwazin wêneyekî bidin lê dikin nakin nikarin wî wêneyî bi dest bixin. Lewma hêrsa wan bi qasî têkoşîna me mezin e.

Bawer bikin ew wê bi hesreta Kurdê ku serî netewandiye, Kurdê ku paşve gav neavêtiyê têk biçin. Bawer bikin ew wê nikaribin bi van êrîşan destê me ji hev bikin.

Sala 2022’yan sala têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bû, sala 2023’yan dê bibe sala têkçûyina faşîzma AKP-MHP’ê. Bi vê mebestê hêviya min ew e ku sala 2023’yan di serî de ji bo gelê me û gelên bindest bibe sala azadî û wekheviyê, ji bo hemû gelên cîhanê bibe sala aştî û aramiyê. Sersala we pîroz be."