Çiyako: Sala 2023’yan wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê

Ehwen Çiyako diyar kir ku, ew ê sala 2023’yan bikin sala têkoşîna azadiya Kurdistan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got, “Armanca me wê parastina hemû destkeftiyên şoreşê be û geşkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ be.”

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako li ser pêşketin û bûyerên sala 2022’yan a ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadî û bi taybet PJAK’ê nirxandin kir. Ehwen Çiyako diyar kir ku, sala 2022’yan ji bo gelê Kurd saleke ji berxwedanê tije û geş bû û got, “Her ji serê salê ve ev yek diyar bû, bi taybet di şahiya Newrozê de xurt derket pêş. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi vê yekê siyaseta dewleta Reîsî pûç kir û li gorî xwe şahiya Newrozê pîroz kir. Rê neda siyaseta dagirker û asîmlasyonê ya rejîmê.”

TÊKOŞÎNA PJAK’Ê LI ROJHILAT Û KURDISTANÊ XURTTIR BÛYE

Çiyako destnîşan kir ku, sala 2022’an salek bi helwest û nerazîbûnên civakê reng daye têkoşîna azadiyê û ev tişt got, “Gel ev nerazîbûn gihande lûtkeyê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji Saqizê ku bi destê rejîma Komara Îslamî hate qetilkirin bû. Ev serhildan ne tenê gelê Kurd hemû pêkhateyên herêmê girt nava xwe, hemû tirs şikand; dîwarê tirsê hilweşand. Li gel serhildan û şoreşê jî, elbet ên li dijî wê jî derdikevin hene. A girîng ew e ku hêzên şoreşger bi rê û rêbazên xurt xwedî helwest bin.”

Çiyako anî ziman ku, tevgera Apoyî û bi taybet PJAK ku di sedsala 21’an de derket li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest bi têkoşînê kir û ji bo gelan bû hêvî û şoreş geş kir. Çiyako wiha dewam kir, “Ruheke nû da bedena neteweyan û civakê. Ev yek her diçe xurtir dibe. Têkoşîna ku PJAK dide di berjewendiyên netewe û civakê de ye. Li dijî berjewendiyên hêzên sermayedar, dagirkerên Kurdistan, aliyên berjewendîperest, aliyê xiyanetkarên Kurdistanê, tevgera Apoyî û PJAK’ê têkoşîn dike. Demeke Îtialata Îran, MÎT’a Tirk û Parastin bi hev re hevpar vê şerê taybet li dij PJAK’ê dikin. Vê yekê sala 2022’yan zêdetir xwestin bi pêş ve bibin, siberojê jî bidomînin. Li ser rastiya şoreş û bingehê netewî û civakî ya PJAK’ê serê wan li kevir ket û PJAK her çû zêdetir mezin û berfireh bû.

Komara Îslamî ya Îranê li dijî Tevgera Apoyî û PJAK’ê bi hêrs e. Ji ber ku têkoşîna tevgera Apoyî û PJAK’ê ya netewî û civaka Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê qirika wan berneda. A ku wan hêvî nedikir pêk hat. Têkoşîna PJAK’ê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xurttir bûye.”

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ BINGEHA TÊKOŞÎNA PJAK’Ê YE

Ehwen Çiyako da xuyakirin ku, têkoşîna Azadiya Jinê bingeha têkoşîna PJAK’ê ye û wiha domand, “Dîsa serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ve derket pêş hê di destpêkê de bingehê xwe ji PJAK’ê digire. Ji xwe ‘jiyan, azadî’ du têgînên esasî yên ‘Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê’ ya partiya me ye. Ev yek nîşan dide ku PJAK xwedî pradîgma, felsefe ye. Çawa ku Komara Îslamî ya Îranê di destpêka sala 2022’yan de bi serhildana Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re PJAK kir hedef û diyar kir ku divê bi tundî li ber rabe. Vê yekê bi tenê nikare û piştgirî ji Tirkiye xwest û li dijî PJAK’ê pîlanan danin. Komara Îranê di warê leşkerî de nikare PJAK û gerîla, ji bo wê ev yek kiriye ku zêdetir bi Tirkiyeyê re êrîşan bide destpêkirin. Tevgera dronan û êrîşên Tirkiye û Îranê ya li ser PJAK’ê ya tevahiya salê vê yekê piştrast dike.

Divê ev yek neyê jibîrkirin ku xeta xiyanet û nokeran dijî PJAK’ê ne. PJAK’ê hem ji bo xwe û hem jî ji bo hebûna xwe ya li Kurdistanê tehlûke dibînin. Nabe ku hevkariya Barzanî ya kûrkirina çanda nokerî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê ji nedîtî ve bên. Divê tim ev yek bê kifşkirin û nîşandan. Komara Îslamî ya Îranê û xeta xiyanetê bê navber sûdê ji hinek aliyên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî PJAK’ê berdewam dikin. Bêguman pêwîst e PJAK û endamên PJAK’ê hişyar bin û di nava tevgerê de bin. Li dijî şerê taybet hişyar bin. Hemû aliyên Rojhilatê Kurdistanê bi kêmaniyên xwe ve parçeyek ji têkoşîna rizgariya neteweyî ne. Lê xeta Barzanî ti têkiliya xwe bi xeta têkoşîna rizgarî ya neteweyî ya Kurd ve nîne. Li dijî têkoşîna rizgariya netewî bi rola kirêgirtî û xiyanetkar rabûye.

Em dizanin gelek kesên dilsoz di nava van rêxistinan de hene ku li ber vê xetê xwedî helwest bin. Bi awayekî dilsoz û dostane temaşe li Tevgera Apoyî û PJAK’ê dikin. Bi taybet di warê cemawerî de xwedî helweseteke welatparêzî ne. Eger ku di serî de PJAK û aliyên din bi şêweyeke hestyar tevnegerin, Barzanî û hevkarên wê dikarin ku tevgerên xwe yên berovajîkirina li dijî Tevgera Apoyî û PJAK’ê zêdetir bikin.

Gelê me di sala 2022’yan de zêdetir bi tundî û siyaseta Komara Îslamî re rû bi rû ma. Her diçe ev tundiya Komara Îslamî zêdetir bûye. Her diçe dixwaze vîna gelê Kurd û hebûna wê ya çandî û netewî ji nav bibe. Eger ku siyaseta serkutkirin, girtin, êşkence û darvekirinê her biçe li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bibe, wê demê mirov fam dike bê ka asta êş û azarên gelê me dikişîne çiqas e. Bi taybet dema em li van 4 mehên dawî li Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binêrin em ê hovîtî û êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bibînin. Di nava van 4 mehan de gelek kes şehîd bûn, gelek kes jî hatin girtin. Gelê me jî li ber vê berxwe daye û serî netewandiye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tirsek mezin xistiye nava Komara Îslamî. Di nava gel û welatê me de dijmin şikestiye. Cihê wê nemaye dagirkeriya xwe bidomîne. 

‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN Û YEKGIRTΠ BIN’

Çiyako destnîşan kir ku, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşma şoreşa 2022’yan li Rojhilata Kurdistan û Îranê û wiha dewam kir, “Ev dirûşm xwedî felsefe û pradîgma ye. Komara Îslamî ya Îranê xistiye ber lêpirsînê. Di rastiyê de ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ramanê Rêber Apo û tevgera me ye. Ev tenê serhildanek nîne, ronesansek e. Şoreş û rabûneke qahîm e, ne Komara Îslamî û ne jî hêzên paşverû dikare wê bişkîne. Ji ber ku hêzeke hizrî ye û civakî ye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Komara Îslamê rezîl û ruswa kiriye. Eger em bi başî kar bikin û erkê xwe bi cih bînin, yek ji herêmên ku ji bin serweriya Komara Îslamî derbikeve wê Rojhilatê Kurdistanê be. Ev yek dibe sedemê dawîanîna Komara Îslamî. Divê em li ber xwe bidin û yekgirtî bin. Divê neyê jibîrkirin ku berhema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xuliqandina wêje û çanda nû ya hevpar e. 

Siyaseta darvekirina Komara Îslamê yek ji karê wê yê herî nemirovan e ye ku hatiye ser kar e. Komarê xwestiye bi vê yekê çavê civakê bitirsîne bê vîn bike. Her kes Îran bi cezayê darvekirinê dizane. Niha Komara Îslamî ya Îranê ji bo şikandina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî li vê siyasetê daye û dest pê kiriye. Ji bo vê divê em bi hemû rengî li dijî vê siyasetê rabin. Li hinek herêmên Rojhilatê Kurdistanê gelê me bi cesaret û bi moral berxwedan, hişt ku hikûmet biryara ji bo hinek welatiyên ku biryara darvekirinê li ser danîbû, betal bike; paşve bikişîne. Hikûmet plan kiribû ku gelek kesî darve bike, ji ber berxwedana gel ew têk bir, niha ji ber neçarî bidarvekirin taloq kirine. 

ÇARESERÎ SERKETINA ŞOREŞA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YE

Divê em bi cesaret û serbilindî bi hêza berpirsyariya netewî û civakî rabin. Divê em li tevahî cîhanê li dijî siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê derkevin, dakevin kolanan, daxwaz ji saziyên mafê mirovan bikin ku bikare vê yekê teşhîr bike û dawî bîne. Ya girîngtir ew e ku divê em dawî li darvekirina civakê bigirin û rejîmê tengav bikin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sala 2023’yan geştir bikin. Bi kurtasî çareserî serketina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. 

ARMANCA ME WÊ PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BE

Ehwen Çiyako diyar kir ku, sala 2023’yan sala çarenûsê ye û got, “Heman demê ev sal sala dawîbûna Peymana Lozanê ye ku dagirkerî li ser Kurdistanê pêk aniye. Weke PJAK’ê di sala 2023’yan de ji bo dawîkirina dagirkirinê, em ê hemû têkoşînê bikin. Dîsa ji bo Lozaneke nû pêk neyê, em ê hemû çalakiyên xwe yên netewî li ser pêşîgirtina wê pêk bînin. Armanca me wê parastina destkeftiyên şoreşê be û parçeyên din ên Kurdistanê be. Bi çalak dibin û rol hildigirin. Bi taybet em ê li ber êrîşên du alî yên Tirkiye û Îranê ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku destkeftiyên mezin hatine bidestxistin rabin û biparêzin.

Sala 2023’yan sîstema Îmralî dikeve sala xwe ya 24’an. Bê guman têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo erkekî mirovî, netewî, hevrêtî, şoreşgerî ye. Bê guman mayîna a Rêber Apo li girtîgehê rexneyeke mezin ji bo me ye, tenê bi kirde dikarin vê rexnegirtina li xwe nîşan bidin. Em sala 2023’yan bikin sala têkoşîna azadiya Kurdistan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dîsa ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî têkoşîn bikin. Em vê yekê weke erkekî esasî, exlaqî, siyasî û şoreşgerî dibînin. Her wiha xutkirin û geşkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ev yek wê yek ji xala herî esasî ya plansaziya me ya salê be. Ji bo vê bi erka xwe ya pêşeng radibin.”

PJAK HÊZEK NETEWÎ, HERÊMÎ Û CÎHANÎ YE

Çiyako da zanîn ku PJAK hêzek netewî, herêmî û cîhanî ye û got, “Hêzên netewî, cîhanî jî piştgiriyê didin têkoşîna PJAK’ê. PJAK li ser bingehê pradîgmaya civakî, demokratîk-ekolojî li ser esasê azadiya jin, têkoşîn, çareseriyê pêk tîne û ew rastî di dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de kom bûye û reng daye. Pradîgmayeke ku bersiva pirsa netewî û civakî ya Kurd û Kurdistan e. Aliyekî cîhanî ye, li gel hemû hîzb û tevger, alî, netewe û pêkhateyên Kurdistan û derveyî Kurdistanê têkilî pêk tîne, li gel xebatên hevpar dike. Ji bo vê hem dibe hêza piştevan û hem piştgirî digire. Ev di têkoşîna siyasî û şoreşgerî de xaleke girîng e. Her wiha ya ku hêzê dide PJAK’ê ew e ku paşxan û mîrateya têkoşînê ya salên dûr û dirêj e.

Fedekariya hevrêyên me yên li çiyayên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, kêrhatiyên gerîlayên dema nû li gel guherînên şer û guherînên siyasî, aborî, civakî, çandî, ya sedsala 20’an a têkoşînê. Her wiha fedekariya welatparêz û xebatkarên Tevgera Apoyî û endamên PJAK’ê li nava gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi rengê şoreşgerî dewam kirin.

Bê guman em ê sala 2023’yan têkoşîn, avakirin û pêşxistina rêxistinê li nava welat bi pêşengiya jin û ciwanan berdewam bikin û mezin bikin. Çawa komîte û endamên PJAK’ê li derveyî welat salên borî têkoşiyan, wê sala 2023’yan jî pêşengî ji têkoşînê û bi taybet têkoşîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bikin.  Em ê sala 2023’yan weke berê li dijî her cûre zext û sitemkariyê rabin, bi teqez em ê dijmin bişkînin, serketinê mîsoger bikin.”