Tîma bersivdanê ya YPS'ê li Amedê li sîxuran da

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Doktor Dilşad Amed a YPS'ê ragihand ku li Amedê li hemberî 2 wesayitên çar sîxur tê de bûn çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya Şehîd Doktor Dilşad Amed a YPS'ê de hate gotin, "25'ê Kanûnê saet di 00:00 de li cihekî navbera Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Stadyûmê, li hemberî wesayita sîxurên dijmin a ku ji bo vexwarina alkolê li ser rê bû, tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Doktor Dilşad Amed bi sabotajê çalakî lidar xist."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî teqînê, ambûlans û wesayitên zirxî ber bi herêmê ve hatin şandin û hate gotin, "Dijmin heta serê sibehê herêm dorpêç kir. Hate tespîtkirin ku di hundirê wesayita çalakî lê hate kirin çar sîxurên dijmin hebûn û du ji wan jî demek bû ji aliyê tîma me ve dihate şopandin. Van herdu sîxuran ew kar dikir ku hewl didan malbatên gerîla tespît bikin, bixapînin û di bin navê nobeda ewladan de bi zorê bibin ber avahiya HDP'ê ya bajêr. Du sîxurên bi navê Aytûg Er û Alî yên di vê çalakiyê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya lêkolînê ya Amedê. Aqûbeta yên din hînê nehatiye zanîn."