Çalakiya bi çekên giran: 2 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiya ku ji aliyê tîmên bi tevger ve li qada Çemo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran hat lidarxistin de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de; 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker carek bi çekên kîmyewî, carek bi bombeyên qedexe, bi dehan car jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 31 'ê Kanûnê de saet di navbera 08:40-10:30’an de dagirkerên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi çekên giran 2 caran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin derbkirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

Di 31’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê carekê bi bombeyên qedexe û carekê jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 29 û 31’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya girêdayî navçeya Amediyê, qada Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”