Amed ji Newrozê rê amade ye

Newroza dîrokî ya Amedê ya ku wê îsal bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Hêşînparêz û Siberojê a Çepgir (Partiya Çepgir a Hêşînparêz) were pîroz kirin.

Wekî her sal wê îsal jî pîrozbahî li Parka Newrozê pêk were. Parka ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin, duh danê sibê ji aliyê polîsan ve ji bo bendên kontrolê bên danîn, bi bariyeran hat dorpêçkirin. Ji deriyekî protokolê û 5 deriyan wê têketina qadê çêbibe. Gel wê bikaribe ji van 5 deriyan têkeve qadê: Bûlwara Qamişloyê (Bîçen Market, Xaçerêka Zumrut Kentê), Rêya Newrozê (Aliyê Hala Nû, Parka Millet), Bûlwara Qamişloyê (Saziya Miayeneya Wesayîtan – Opet Petrol), Pişt Bazara Girtî, kolana 1156’emîn (Kêleka Dibistana Îmam Hatîp a Bagcilarê), Rêya Evrîm Alataş (Lîseya Îmam Hatîp a Karacadagê – Aliyê Eywana Dawetê ya Çiraganê).

Newroz wê saet di 10.00’an de dest pê bike û ala û flamayên ‘Her der Newroz, her dem Azadî’ hate daliqandin. Ji ber erdhejê rengê ala û flamayan reş e. Di heman demê de pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bila sere gelê me sax be” li ser dikê hatine daliqandin. Tevahiya qadê bi al û flamayên HDP û Partiya Çepgir a Hêşînparêz hatine xemilandin.

Bernameya Newroza îsal wiha ye;

Kemal Kûrkût ê ku di Newroza 2017’an de yê ku polîsan ew qetil kiribû wê îsal li cihê ku hatiye kuştin were bîranîn.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Çepgit a Hêşînparêz Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Ahmet Turk, li ser navê Tifaqa Kurdî Serokê Partiya Mirovahî û Azadiyê Mehmet Kamaç û nûnerên saziyên sivîl wê li qadê biaxivin. Mêvanên ku ji Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Tirkiyeyê hatine wê di protokolê de cih bigirin.

Rapbêjên Kurd Sîmyager, Ronî Artîn û Reqso strana ku ji bo Newrozê çêkirine cara yekem wê li ser dika Newrozê were strandin.

Tê payîn ku bername saet di 18:00 de biqede.