MXDŞ'ê cejna Newrozê pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê cejna Newrozê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li gelê Kurd, civaka Êzidî û azadîxwazan hemûyan pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em Cejna Newrozê li tevahiya gelê Arî, gelên aştîxwaz û civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdarin ku wê ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û pêkvejiyana gelan li seranserî cîhan û Şengalê.

Wek tê zanîn gelê me ê Şengalê salane bi coşek mezin bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Şengalê Newrozê pîroz dikir û peyama Şengala ewle didan her kesî.

Lê mixabin îsal ji ber bedelên ku gelê me di van mehên dawî de dane, her wiha ji bo rêzgirtina qurbaniyên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, me wek Rêveberiya Xweser biryar daye em tu şahiyan lidar nexin, lê ev yek nayê wê wateyê ku gelê me wê Newrozê pîroz neke. Di êvara Newrozê de li gelek cihan gelê me agir pêxist û ev roj pîroz kir.

Îro em dibînin ku gelek planên dijmin li ser Şengalê tên meşandin û dixwazin gelê Şengalê ji heqîqeta wan dûr bixin. Pêwîste gelê me li rojên xwe ên pîroz xwedî derkeve û rê nede ku planên dijmin li ser me pêk werin.

Çi dibe bila bibe wê berxwedana gelê me ya ji bo Şengala xweser û azad biçe serî û em ê her sal agirê Newrozê li ser xaka pîroz bi ruhê berxwedana gerîla ya li çiyayên azad gur bikin û vê çanda bi hezaran salan biparêzin."