Newroza fînalê destpê kir: Bê Serok jiyan nabe!

Di Newroza fînalê de ya li Amedê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilêvkirin.

Fînala Newroza 2023'an li Amedê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" pêk tê. Li Parka Newrozê ya navçeya Rêzan a Amedê çalakiyeke girseyî ya Newrozê tê lidarxistin. Dika çalakiyê bi rengê reş hate xemilandin û pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" lê hate daliqandin.

Her wiha posterê Jîna Emînî yê bi nivîsa "Bi tayê porê Jîna Emînî em ê têkoşîna jinê bilindtir bikin" û posterê Kemal Kûrkût ê bi nivîsa "Kemal Kûrkût namire" li qada Newrozê hatin daliqandin.

Li qada Newrozê gelek pankartên cuda hatin hildan. Jin û ciwan bi kincên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.

CIWANAN GUH NEDAN ASTENGIYA POLÎSAN

Emniyeta Diyarbakirê ku par li qada Newrozê hewl da provokasyonê bike, di navbera dikê û qada Newrozê de têlên bi bilindahiya 5 metreyan bi cih kir. Ciwan bi pankartên xwe bi têlan rapelikîn û bi dirûşman Emniyeta Diyarbakirê şermezar kirin. Polîsan hewl dan êrîşî ciwanan bikin, lê nekarîn xwe bigihînin ciwanên bi bilindahiya 5 metreyî.

DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN HATE BILÊVKIRIN

Jin û ciwanan hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê li qada Newrozê nîşan dan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

PROTOKOLA NEWROZÊ

Kesên ku cihê xwe di nava protokola Newrozê de digirin wiha ne: Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Seroka Desteya Rêveber a SAMER’ê Yuksel Genç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Înîsiyatîfa Malbatên 5’ê Hezîranê û Malbatên Pirsûsê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP).

MÊVANÊN TAYBET ÊN NEWROZÊ

Mêvanên taybet ên Newrozê jî ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli ne.

Di heman demê de MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, MED-DER, Enstîtûya Kurd, Komeleya Jinan a Rosayê, Amedspor, Serokê Baroyê Amedê Nahît Eren, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û Serokê Lijneya Rêveber a GUNSÎAD’ê Nûrûllah Edemen jî di protokolê de cihê xwe girtin.

Pêşkeşvaniya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li qada Newrozê bi zaravayên kirmanckî û kurmancî Newroz pîroz kir û wiha got: “Ez Newroza hevrêyên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikim."