Uçar: Newroza Amedê peyama li dijî tecrîd û şer e

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku deklarasyona Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj jî derbasdare û bal kişand ser hêrsa gel a li dijî şer û tecrîdê.

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza fînalê ya Amedê de axivî. Uçar got, “Newroza me bila bibe wesîleya jiyana azad, siberojek azad û serdema ku em rejîma yek zilamî hilweşînin. Newroz Amed e. Berxwedana gelê Amedê Newroz e. Îro bi hezaran hevrêyên me yên li sirgunê û li çar aliyên cîhanê gel Newroza Amedê dişopînin. Dilê her kesî li vê derê ye. Ji her çar aliyên cîhanê dilê her kesî li Amedê lê dide.”

Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Newroza hemû jinên li dijî tundiya mêrê serdest têdikoşin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji xwe re kirine rêber, pîroz be. Newroza her kesên li dijî talankirina xwezayê têdikoşin û xwezayê diparêzin pîroz be. Newroza hemû berxwedêrên îro ji ber têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê di zindanan de ne, pîroz be. Di serî de gelê kurd, Newroza hemû gelên li dijî pişaftinê û înkarê têdikoşin û ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin, pîroz be. Newroza hemû kesên tevî zextan jî li dijî rejîma yekzilamî têdikoşin, pîroz be.” 

Uçar got ku Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me pir zû de fatûreya desthilatdariyê biriye. Dê biçin û em ê wan bişînin. Erdheja bi serê me hatî ne tenê karesateke xwezayî bû. Ji ber ku desthilatdariyê tedbîr negirtin, ji ber ku çavên xwe li rantê girtin û ji ber ku bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe kirin, erdhej veguherî karesatê. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Tevî hemû zext û astengkirina jî gel piştevaniyeke civakî birêxistin kir. Vê jî nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e. Ev serdema nû jî rêbera me ye. Dê 14’ê Gulanê bibe dawiya siyaseta desthilatdariya AKP’ê û Rêya Sêyemîn meşa xwe bidomîne. Weke Partiya Çep a Kesk em soza vê didin.” 
  
Uçar, got ku Newroz vîna çareseriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di esasê xwe de Newroz vîna çareseriyê ye. Di Newroza 2013’an de tam li vê qadê, li Amedê deklarasyona birêz Ocalan hate xwendin. Wê demê li vê qadê got ku dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigire û bersiv dabû desthilatdarî û dewletê. Ew deklarasyon hêj îro jî derbasdar e. Newroza Amedê ya ku em îro dibînin, hem li dijî şerê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda girankirî nîşan dide ku ji bo çareseriyê ber bi dawiyê vê tên. Ev qad berpirsyartiyê li xwe digire. Bila sala 2023’yan bibe sala Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke bê tecrîd û bê şer.”