Di Newroza Amedê de peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya jinan

Partiyên Kurdan û rêxistinên jinan di Newroza Amedê de gel silav kirin, peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya jinan dan.

Newroza Amedê bi coş û heybet didoma. Hêj di van kêliyan de jî gel pêl bi pêl tê qada Newrozê. Qada Newrozê ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ve bi têlên direhî hatiye dorpêçkirin lê dirûşmên ciwanan têlên direhî derbas kirin. 

Piştî axaftinan, koma rapê Kejoo, Reqso û Ronî Artîn derketin ser dikê. Komê stranên xwe diyarî cangoriyên erdhejê kir. Bi stranên komê re coşa li qadê jî derket lûtkeyê.    Partiyên di bin sîwana Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, ji Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) Halîm Îpek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd Nesrîn Askar derketin ser dikê û gel silav kirin û peyamên yekîtiya neteweyî dan. 

PEYAMÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ   

Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em ji aliyekî ve xemgîn in û ji aliyê din jî bi coş in. Bêguman li Tirkiyeyê berpirsyarên siyasî yên tu rewşên neyînî nayên eşkerekirin. Di mijara erdhejê de jî tu kesî berpirsyarî li xwe negirt. Wan îstîfa nekirin û sekneke birûmet nîşan nedan lewma wê ev gel di 14’ê Gulanê de cezayê wan bibire. Li aliyekî em Newrozê pîroz dikin û li aliyê din jî jî polîtîkaya, yekperest, zextker û qedexeker bi hemû leza xwe didome. Em ê jiyanê bi hev re ava bikin. Em pêşerojeke piranîparêz ku her kesî hembêz dikin dixwazin. Em li qada Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ku, em ji bo vî tiştî têdikoşin.  

GELÊ KURD JIYANEKE BI RÛMET DIXWAZE 

Li vê qada Newrozê banga me ji bo kesên li girtîgehan her cureyên derhiqûqtiyê dikin, yên polîtîkayên tecrîdê û qeyûman didomînin heye; em êdî nasekinîn. Bi sedsala ye li Rojhilata Navîn pirsgirêka gelê Kurd didome. Wan digot qey dema Kurd ji holê rakirin wê ev pirsgirêk çareser bibe. Dema we got ‘Kurd tune ne’ ev pirsgirêk ji holê ranabe. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka statûyê ye. Gelê Kurd êdî jiyaneke birûmet dixwaze. Gelê Kurd, xwediyên vê xakê ne. Kurd, şirîkên rasteqîn ên vê dewletê ne. Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd xeyala Ehmedê Xanî û Seyîd Rizayan bû. Weke partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û civaka Kurd em ji bo vê xebatên xwe didomînin. Banga me ji bo misilmanên vê erdnîgariyê heye; berpirsyariyeke dîrokî li ser milê we heye û divê êdî hûn ji vê zilmê re bibêjin bes e. Banga me ew e ku hûn êdî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih bigirin.”  

ABDULLAH OCALAN HATE SILAVKIRIN   

Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk jî Newroza jin û dayikan pîroz kir û wiha pê de çû: “Em cejna Newrozê  li xwediyê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ birêz Ocalan jî pîroz dikin. Em Newroza Semayên ku bedenên xwe şewitandin pîroz dikin. Bi hezaran sale ye em li ser vê xakê li dijî pergala mêrserdest têdikoşin. Gelên  me bi paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’ li dijî vê zîhniyetê têdikoşe. Yên ku hewl didin bi qedexeyan, bi komkujî û kuştinan hewl didin pêşî li ber şoreşa jinan bigirin bila baş bizanin ku şoreşa jinan dê bi ser keve.”    

Di berdewamê de Sonuk ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta mêrserdest, di erdheja Mereşê de jin di bin kavilan de hişt. Lê belê piştevaniya jinan, jin rizgar kir. Yên ku bi rêya polîtîkayên şerê qirêjî hewl didin di şexsê jinên kurd de jinan bê îrade bikin baş bizanin ku wê nekarin armancên xwe pêk bînin. Yên ku tecrîdê weke şêweyekî rêveberiyê bi kar tînin bila baş li vê qadê binêrin. Vê qadê çawa ku dorpêç qebûl nekiribe, dê tecrîdê jî qebûl neke, nas neke û têk bibe. Çawa ku faşîzm, nîjadperestî, zayendperestî di sala 1982’yan de bi sê darikên niftikê hatibe şewitandin, îro ne tenê li Tirkiyeyê dê li tevahiya cîhanê pergala mêrserdest were hilweşandin. Faşîzm wê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ were hilweşandin.”