Newroza Qendîlê bi coş destpê kir

Bi tevlîbûna hezaran kesî Newroza 2023’an a Qendîlê tevî baranê bi coş destpê kir.

Bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji çar aliyên Kurdistanê Newroza 2023’an a Qendîlê bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ bi coş destpê kir. 

Ji doh ve bi hezaran kesî yên ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Qendîl ji bo pîrozkirina Newrozê. 

Doh bi şev ciwanan bi meşeke meşaleyî agirê Newrozê pê xisitibû û îro jî Newroz bi fermî destpê kir.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’, KJK, PAJK,HPG, YJA Star, KCK li qadê hatibûn daliqandin. 

Newroz bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve destpê kir. 

Niha Koma Şehîd Serhet li ser dikê stran distire.

Li bendê ye ku di dewama pîrozbahiyê de peyamên KCK, KJK û Tevgera Azadî bê dayîn. 

Di bernameya Newrozê de Koma Mûzîkê ya Mexmûr, Koma Awazên Çiya, Koma Mûzîkê ya Ajwan her wiha hunermendên bi navê Luqman Selîm, Firmêsk, Adil Hewramî, Jîna Saqizî û Ehmed Sengawî derdikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş dikin.

Newroz bi coş didome.