Li Nîsêbînê banga geşkirina têkoşînê li dijî tecrîdê

Bi dehhezaran kes ku li qada Newrozê ya li Nîsêbînê hatin ba hev, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, peyam ji bo berxwedanê da.

Pîrozbahiya Newrozê, li parka Cigerxwînê ya Nisêbînê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” çêbû. Bi dehhezarana mezin û biçûk, bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bûn.

Gel, gelek caran bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Kurdistan”, “Jin jiyan azadî” û “Her der Newroz, her dem azadî” bilind kirin. Li qadê, li gelek cihan pankartên “Newroz pîroz be” û “Her der Newroz, her dem azadî” û alên Partiya Çepgir a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin daliqandin.

Destpêkê, parlamenterê HDP’ê yê Êlîhê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û destnîşan kir ku ev Newroz, xwestina hesab ji hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye û got : “Desthilardar, di erdhejê de têkçûyîna xwe amade kir. Êdî gel vê hikûmetê naxwaze û wê li ser sindoqan bersiva wê bide.’’

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hêz û coşa ku bi 8’ê Adarê dest pê kir, bi Newrozê hate tacîdarkirin. Lê serkeftina mezin bi hilweşîna faşîzmê pêkan e. Di hilbijartinê de em ê hesab bipirsin û faşîzma AKP’ê MHP’ê bi rê bikin. Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo me pir giring e, em ê jî bi peywir û rola xwe rabibin. Lê guhertina esas, têkbirina tecrîdê ye. Gel, azadiya birêz Ocalan dixwaze û li dora agirê Newrozê dengê welatiyan ê ji bo azadiya birêz Ocalan geş dibe. Desthilatdar, her çiqas di polîtîkayên tecrîdê de bi israr be jî bi ser nakeve. Ji ber ku birêz Ocalan çareseriya aştiyê û demokrasiyê ye.”

Newroz, bi stran û awazên hunermend Mervan Tan bi dawî bû. Gel dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kir û ji qadê belav bû.