Newroza Qendîlê: Bijî Serok Apo

Di Newroza Qendîlê de bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bilind bû.

Di şahiya Newrozê ya Qendîlê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd re bilind bûn.

Di dewama Newrozê de peyama Tevgera Azadî ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Selam Abdullah ve hate xwendin.

Tevgera Azadî cejna Newrozê li xelk Başûrê Kurdistanê pîroz kir. Tevgera Azadî got: “Pîrozkirina cejna Newrozê li Qendîl serketin û serfirazî ye. Qendîl bûye dergûşa berxwedanê û cihê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê.”

Tevgera Azadî ragihand ku agirê Newrozê di roja îro de bi destê keç û kurên ku di oxaxa Rêber Apo de perwerde dîtine geştir dibe.

Di dewama peyamê de ev hate gotin: “Kurd îro aktoreke mezin e. Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji bo xwedî ciheke taybet û ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê xwedî fakterekî girîng e. Dikare dawî li desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst diz, gendel bîne.”

Piştî peyama Tevgera Azadî Koma Awazên Çiya derket ser dikê û stranên şoreşgerî pêşkêş kir.

Piştre jî peyama Tevgera Goran hate xwendin. 

Koma Mûzîkê ya Mexmûr derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. 

Di peyama KJK’ê de cejna Newrozê li hemû gelan hate pîrzokirin û ev hate gotin: “Bi îdîaya bilindkirina asta têkoşînê soz me piştrast dike ku em têkoşîna me xurt û rengîn e. Ji bo wê ne ku xwedî dîrokeke ya xwîna hezar şehîdî hatiye nivîsandin. Bi agirê bedena Sema geş bûye. Bi xweragiriya Sara bilind bûye. Bi çeka Bêrîtan ku sing bi singê dijmin û bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi Şoreşa Jinê diçe. Ji bo wê heta serketinê û gihiştina armancên xwe dev ji xebatan bernadin. Sala nû bikin sala têkoşînê,sala azadî ya fîzîkî ya Rêber Apo, sala têkbirina faşîzmê û bikin sala bi hev re jiyîna gelan. Wê navenda hemû xebatên me bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hemû qad dibin qadên têkoşînê.”

Piştî peyama KJK’ê hunermend Luqman Selîm derket ser dikê û stranên xwe pêş kêş kir. Piştî Selîm Hunermenda Rojhilatî Jîna Saqizî derket ser dikê û li ber stranan girseyê govend gerand.