Li Panosê di Newrozê de tecrîd hate şermezarkirin

Li Panosê di Newrozê de hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê hate nîşandan.

Li navçeya Panosê ya Agirî Newroz bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Qada otogarê ya Panosê bi girseya gel tijî bû.

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan li qada pîrozbahiyê axivî û got, "Em ê hesab ji wan kesan bixwazin ku bi hezaran mirovên me di binê kavilan de hiştin û kirin ku bimirin." Mûazzez Orhan got, "Em ê Birêz Ocalan, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Demîrtaş, hemû hevalên xwe yên girtî azad bikin. Bi zextan nikarin me biqedînin, em li vir in, em ê li vir bin û em ê li ber xwe bidin."

Mûazzez Orhan ragihand ku desthilatdariya AKP'ê 20 sal in ji bilî felaketê tiştekî bi xwe re nîne û anî ziman ku ev desthilatdarî tenê bi polîtîkayên şer hebûna xwe dewam dike.

Parlamentera HDP'ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku sedema pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Ocalan e. Mûazzez Orhan got, "Ev hilbijartin wê bibe ew hilbijartin ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî dike, rêya azadiya Birêz Ocalan vedike. Em bang li her kesî dikin ku di asta herî bilind de xwedî li sindoqan derkevin. Lewma em ê bi agirê Newrozê berê xwe bidin sindoqan."

Parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç jî got, "2 sal in bêhiqûqî heye. Parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan tê kûrkirin. Em vê tecrîdê şermezar dikin." Abdullah Koç destnîşan kir ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan destpê dikek.

Piştî axaftinan Dayika Aştiyê Cedîde Yilmaz agirê Newrozê dada.

Piştre jî hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Pîrozbahî dewam dike.