Temel: Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel li Bazîdê axivî û got, "Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan. Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin."

Newroza ku li navçeya Bazîd a Agiriyê bi deh hezaran beşdar bûn, piştî ketina qadê bi meşekê destpê kir. Li qada ku bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeyê Gonûl Ozturk axivî û got, "Em vê Newrozê bi bawerî û berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Gelê me yê ku qadê tije kir, careke din nîşan da ku pirsgirêk li ser maseyê ye.” Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Serhat Ceylan jî diyar kir ku li dijî zilmê Kurd li her derê agirê Newrozê pêdixin.

Endama Desteya Lihevanînê ya HDP’ê Dîba Keskîn jî wiha got: “Newroz gelê Kurd e. Newroz bajar û çiyayên Kurdistanê ne. Ev agir îro di dilê her kesî de pêdikeve. Li pêşiya me hilbijartineke girîng heye. Ev Newroz ji bo me Newroza yekîtiyê ye. Ger em li hev xwedî derkevin, paşeroj ya me ye. Em bi van hestan diçin hilbijartinan. Dîsa erdhejek çêbû û 11 bajarên me di bin talanê de wêran bûn. Gelê me di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan. Ev mirin ne 'qedere’ ranta desthilatdariyê û bê xwedî hiştina gel bû."

'GELÊ ME WÊ HESAB BIPIRSE'

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ku bi gotina “Em silavên xwe ji hevrêyên xwe yên li girtîgehan û birêz Ocalan re dişînin” dest bi axaftina xwe kir û wiha got, “Hinek bi polîtîkaya şaş dixwazin birêz Ocalan bidin jibîr kirin. Lê ev ne pêkan e. Ev felsefe, hêvî û baweriyê nayê jibîr kirin. Divê ti kes hewl nede gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd bixapîne. Çi dibe bila bibe wê tecrîd bê şikandin û em ê dîsa wî dengê pîroz bibihîzin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê niha hewl dide kurdayetiyê ji holê rake. Yên ku dibêjin pirsgirêka wan bi kurdan re nîne, derewan dikin. Gelê me dê hesabê van kiryarên wan bipirse. Niha li Bazîdê îxanetek saz dikin. Hinek jî dibêjin 'bê partî jî dibe'. Em ê ji kesên îxanet li we kirine hesab bipirsin.”

Temel, da zanîn ku desthilatdariya ku dijminatiya gelê Kurd dike planeke nû dimeşîne û got, “14’ê Gulanê li Rojava, Roboskî, Cizîr û bajarên ku erdhej lê çêbû ji bo me roja hesabpirsînê ye. Gelê Kurd bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Dagirkeriya li Rojava hê jî didome. Polîtîkayên qetlîamên li ser gelê Rojhilat li Îranê dewam dikin. Li Başûrê Kurdistanê îxanet didome. Xetereya qetlîamê heta ku gelê Kurd negihêje statuyekê didome. Li vir ez bang li her kesî dikim; Di bin banê partiya xwe de xwe birêxistin bikin da ku em karibin hesabê hemû tiştên ku qewimîne bipirsin. Ev Newroz wê bibe wesîleya azadkirina girtiyan, şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”

Piştî axaftina Temel ciwanan li dora agirê Newrozê govend gerandin û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Newroz piştre bi konsera muzîkê dewam kir.