YJŞ û YBŞ'ê li çiyayê Şengalê agirê Newrozê dadan

Şervanên YJŞ û YBŞ'ê li serê çiyayê Şengalê agirê Newrozê dadan û bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" Newroz pîroz kirin.

Li seranserê Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin. Ji ber bûyer, êriş û erdhejê Rêveberiya Xweser a Şengalê doh ragihand ku ew ê bi fermî şahiyên Newrozê lidar nexin.

Lê belê doh gel li ber derên malên xwe agir pêxistin û Newroz pîroz kirin.

Doh bi şev şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengalê li serê Çiyayê Şengalê agir pêxistin û bi dirûşmeya ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’ Newroz pîroz kirin.

Şervanan li ber agir strana gotin û bi coşek mezin Newroz pîrozkirin.