Ahmet Turk: Dema azadiya Ocalan e, dema diyarkirina çarenûsa Kurdan e

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li Newroza Amedê axivî û got, "Ev Newroz dema azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Wê bibe ew dem ku gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike."

Bajarê Amedê wek her sal carek din îsal ji bo Newroza 2023’yan mazûvaniya Newrozek dîrokî dike. Amed bûye lehî û herikiye qada Newrozê û bi sed hezaran kes nerazîbûn nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê dikin û qad kirine roja serîhildanê. Bi sed hezaran kes bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Beşdariya ciwanan li pîrozbahiyê balê dikişîne ser xwe û ciwan dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tînin ziman. Komek ciwan gotin, "Em ê Ocalan azad bikin."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk xîtabî girseya gel kir û got, "Newroza Amedê pîroz be. Newroz berxwedan e. Belê gelê me yê hêja wek ku hûn dizanin bi deh hezaran di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin.

Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Carek din Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo Kurdan girîng e.

Îro roja vejîna gelê Kurd e. Rojek girîng e. Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike. Em îro di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em di serdemek ku wê faşîzm têk here de ne. Em dibêjin bimire faşîzm. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em ê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê Kurd berxwedan bê kirin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê, di heman demê de li başûr û rojavayê Kurdistanê jî li ser gelê Kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Îro roj roja dij derketina şerê tunekirinê ye.

Ez bang li gelê Kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin. Heke îro li dijî dijminatiya li ser Kurd bêdeng bimînin, ev bêehlaqiyek mezin e. Ji bo avakirina pergalek nû heyamek nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîne bê berfirehkirin. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin. Îro bi hezaran Kurd di zindanan de ne. Ev dijminatiya gelê Kurd e. Heke em li dijî vê yekitiya xwe ava nekin, heke em hesabê vê yekê nepirsin, xwelî li serê me be. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê Kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.”

Piştî Turk, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê û axivî.

Piştre jî koma repbêjan Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê û strîn.