Bi hezaran kes li Qendîlê ji bo Newrozê li hev kom dibin

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê, bi hezaran kes serê sibehê bi rê ketin.

Yek ji cihên girîng ên pîrozbahiyên Newrozê Qendîl e. Ji bo pîrozbahiya li Qendîlê girseya gel kom bi kom serê sibehê bi rê ket.

Tê payin ku bernameya pîrozbahiyê bi dema herêmî saet di 11:00 de destpê bike. Di pîrozbahiyê de wê gelek partî û saziyên siyasî daxuyaniyan bidin. Her wiha wê gelek hunermend jî derkeevin ser dikê.

Ciwanan ji êvara Duşemê ve berê xwe dan qada Newrozê. Ciwanan agirê Newrozê dadan û li dora wê govend gerand.