Agirê Newrozê li Rojhilat bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' geş bû

Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' geş bû. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Girseya gel her wiha serdana goristanan kir û kulîlk danî ser gorên kesên di serhildana vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li tevahiya bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê doh agirê Newrozê hate pêxistin. Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bi agirê Newrozê gur bû, reng û dengê jinên azad bilind bû.

Li bajarê Seqizê serdana goristanan hate kirin. Bi taybetî bi sedan kes tevî malbata Jîna Emînî, çûn ser gora jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî. Jîna Emînî li ser gora xwe hate bîranîn û Newroz li hemû kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, hate pîrozkirin.

Di merasîmê de sirûdên şoreşgerî, dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê hatin qîrîn. Ji bo geşkirina serhildanê bang hate kirin. Li heman bajarî li ser serê çiyê bi agir navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nivîsandin.

Li bajarên Sine û Bokanê jî dayikên zarokên wan hatine qetilkirin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Şehîd namirin' Newroz pîroz kirin û li ser goristanan zarokên xwe bi bîr anîn.

Doh bi şev li bajarên Sine, Mahabad, Pîranşar, Şino, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran û gelek herêmên din, ciwan daketin kolanan û bê navber dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriyan. Ciwanan nerazîbûn nîşanî desthilata Îranê dan.

Li gorî agahiyan û dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Sine, Dêwlan, Bokan û Seqizê di navbera ciwan û hêzên dewletê de ji ber êrişa hêzên Îranê alozî çêbûye û gelek xwepêşander birîndar bûne.