Newroz li Germiyan û Xaneqînê bi çalakiyan hate pîrozkirin

Li Başûrê Kurdistanê li herêmên Germiyan û Xaneqînê cejna Newrozê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

Li herêmên cuda yên îdareya Germiyanê bi tevlîbûna gelek kes û hunermendan bi şêwazên cuda cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Li navçeya Kelarê ya li navenda îdareya Germiyanê li ser Qelaya Şêrwane bi tevlîbûna gelek kesan agirê Newrozê hate vêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin.

Li aliyê din yekemcar bi awayekî fermî cejna Newrozê li bajarokê Kifrî yê Germiyanê hate pîrozkirin. Di şahiyê de hunermend Adil Hewramî, Çopî Fetah û Karwan Xebatî bi stranên xwe coş dan şahiyê û girseya gel li ber sitran û mûzîkê govend gerand.

Li bajarokê Xurmato yê ser bi navçeya Xaneqînê jî bi tevlîbûna gelek kesî û parlamenterên Iraqê agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.