Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger hate berdan
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger di rûniştina jê dihate darizandin de hate berdan.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger di rûniştina jê dihate darizandin de hate berdan.
Danişîna ewil a doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê rojnamevan Oznûr Deger ku bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatibû girtin û bi îdiaya “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin.
Der heqê Oznûr Degerê de biryara tehliyeyê hate dayin.