Xelkê Şengalê vedigere ser cih û warên xwe

Xelkê Şengalê ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji Şengalê koç kirin, bi nêzbûna salvegera fermanê berê xwe didin cih û warên xwe.

Di demekê ku salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an nêz dibe de xelkê Şengalê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê neçar mabû cih û warên xwe berdin û koçber bibin, bêyî navber vedigere ser cih û warê xwe. Bi sedan xelkê Şengalê di fermanê de koç kiribûn û piraniya wan di wargehên Başûrê Kurdistanê de bi cih bûbûn.

Li gorî daneyên herêmî, ji tevahiya wargehên Başûrê Kurdistanê nêzî 50 malbat vegeriyane Şengalê ku piraniya wan li komelgeha Rembûsî bi cih bûne ku dikeve başûrê rojhilatê çiyayê Şengalê.