Li Dersimê 6 kes hatin destgîrkirin
Polîsên ku êrîşî daxuyaniya ji bo piştgiriya Dayik/Mirovên Şemiyê hate lidarxistin kirin, 6 kes destgîrkirin.
Polîsên ku êrîşî daxuyaniya ji bo piştgiriya Dayik/Mirovên Şemiyê hate lidarxistin kirin, 6 kes destgîrkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dersimê, ji bo piştgiriyê bide Dayikên şemiyê yên dixwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin û her hefte bi astengkirinê tên destgîrkirin, xwest li Qada Seyît Riza daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsên ku Qada Seyît Riza bi hêzên çevîk û wesayîtên zirxî dorpêç kirin, endamên ÎHD’ê astengk kirin. Polîsan qedexeya çalakiyan a ji bo rojekê li bajêr hate îlankirin hincet nîşan dan û mudaxileyî kesên xwestin daxuyaniyê bidin kirin.
Di encama mudaxileyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Gurbuz Solmaz jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.