Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike
Talîbanê li Efganistanê 91 rojnamevanên jin û 120 mamosteyên jin ji kar derxistin.
Talîbanê li Efganistanê 91 rojnamevanên jin û 120 mamosteyên jin ji kar derxistin.
Li gorî nûçeya malpera Dengê Jinên Efganistanê ku balê dikişîne ser mafên jinan, hikûmeta Talîbanê 91 rojnamevanên jin ji radyo û televîzyona neteweyî derxistine. Rojnamevanên ku ji kar hatine dûrxistin ev 2 meh in nikarin mûçeyên xwe bistînin.
Di heman demê de li Kabîlê 120 mamosteyên jin ên li kreşên zarokan dixebitin ji kar hatin dûrxistin.
Pêkanînên Talîbanê, rê li ber nerazîbûnên navxweyî û civaka navneteweyî vekir. Parêzvanên mafên mirovan bi taybetî ji bo mafên jinan ên kar û perwerdeyê bang kirin ku demildest hikûmet dawî li van qedexe û pêkanînan bîne.