QSD'ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta 7 şervanan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Di çarçoveya berxwedana hêzên me ya li hemberî hemû cureyên êriş û binpêkirinên li ser herêmê de, şervanên me bi baweriya bi doza adilane re, bi wêrekî, dilsoziya bi gelê xwe re û sekna xwe ya li çeperan îsbat kir. Hin ji wan di rêya parastina herêmê de canê xwe feda kir.

Îro jî em bi serbilindî û serfirazî radigihînin ku hejmarek şervanên me piştî berxwedaneke lehengane ya li dijî dijmin, li cihên cuda û dîrokên cuda de gihaştin asta şehadetê. Şervanên me yên şehîd bûne ev in: Ehmed Mihemed Berazî (Ehmed), Îyad Ebdulmutî Tehbeş (Îyad Ebdulmutî Tehbeş), Umran (Umran Mihemed Qasim), Mihemed Suheyb Ehmed Mihemed (Elî Zaza), Welîd Şihada El Elo (Diyar Seyada).

Her wiha hevreyê me Agir Heleb (Ebdurehman Mihemed Mihemed) ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû. Hereyê me Goran (Mihemed Cuma El Elî) jî li rojhilatê Dêrazorê di bersiva êrişeke terorî de şehîd bû.

Bila serê tevahiya malbatên şehîdên me sax be. Em ê heya pêkanîna xeyalên şehîdên xwe têkoşînê berdewam bikin.”

Nasnav: Ehmed
Nav û paşnav: Ehmed Berazî
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Gundê Kabirca- 8’ê Kanûn 2024’an

Nasnav: Îyad Tehbeş
Nav û paşnav: Îyad Tehbeş
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Ebdulmutî
Cihê jidayikbûnê: Idlib
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêx Necar- 26’ê Mijdara 2024

Nasnav: Umran
Nav û paşnav: Umran El Qasim
Navê dayikê: Sîham
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Bab
Cih û dîroka şehadetê: Minbic- Erîma-9’ê Kanûn 2024’an

Nasnav: Elî Zaza
Nav û paşnav: Mihemed Suheyb Mihemed
Navê dayikê: Ranya
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Eniya başûrê Minbicê-6’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Diyar Seyada
Nav û paşnav: Welîd El Elo
Navê dayikê: Sumeya
Navê bav: Şihada
Cihê jidayikbûnê: Minbic-Seyada
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-6’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Agir Heleb
Nav û paşnav: Ebdurehman Mihemed
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 19’ê Gulana 2025’an

Nasnav: Goran
Nav û paşnav: Mihemed El Elî
Navê dayikê: Eyşe
Navê bav: Cuma
Cihê jidayikbûnê: Cewadiyê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Behra-19’ê Gulana 2025."