13 ciwan tev li nava refên gerîla bûn

13 ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li nava refên gerîla bûn. Ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku tev li gerîla bibin.

Di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” ku ji aliyê Tevgera Komalên Ciwan ve hatiye destpêkirin, komek ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn.

Daxuyaniya ciwanên tev li gerîla bûne wiha ye:

“Tecrîda li ser Rêber Apo her roj girantir dibe, êdî asta tecrîdê jî derbas kiriye. Beriya çend rojan me bihîst ku dewleta Tirk nameyên gef xwerinê ji Rêber Apo re dişîne. Dewleta faşîst qirker û hov nahêle ku Rêber Apo nameyekê ji Îmraliyê bişîne, lê ew bi xwe nameyan û gefan ji Rêber Apo re dişînin. Gef xwarina li Rêberekî ku bi milyonan gel pêve girêdayî ye ne tiştekî ji rêzeye, divê ku tu kes vê yekê normal nebîne. Ev kiryar dest dirêjî li nirxên gelekî pê azadiyê dikeve ye, ev kiryar ne tenê ser Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de li ser gelên azadîxwaze di serî de gelê Kurd e. Her wiha li ser ruhê ciwantiyê ku di şexsê Rêber Apo de bi kok dibe ye, ji bo vê em wekî ciwanên Kurdistanê vê wekî metirsiyek mezin li ser Rêber Apo dibînin.

Dema ku mijar bibe Rêber Apo êdî em her tiştî didin ber çavan. Ji ber ku gef xwarina Rêberekî bi deh hezaran fedayîyên xwe hene ne hêsane, ev kiryarên li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve tên meşandin ji bo me sedeme ku em qiyametê rabikin, wê dewleta Tirk hesabê vê giran bide, em jî îro li virin ku em hesab bixwazin. Em jî wekî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan seferberî ragihandin, em jî beşdarî vê seferberiyê dibin. Em dizanin ku hesabxwestina herî mezin ji dijmin derb lêdana dijmine, ev yek jî li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîlla de pêkane, em beşdarî gerîla dibin ku em hesab ji dijmin bixwazin. Em dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, destê ku dirêjî nirxên me bibe em ê wî destî bibirin û bavêjin li sergoyê dîrokê. Em li vir banga her ciwanekî dikin ku werin li nirxên xwe xwedî derkevin.

Cenga azadiyê bi ser bixin, bê Rêber Apo jiyan nabe, bijî berxwedana gerîla a li hemberî dagirkeran.”

Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Ciwanan