Çalakgera herî jêhatî ya Hezexê: Nûda

Heval Nûda bi ruhê PKK'ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya. Ti hêz nikare têkoşîna wê û hevrêyên wê ya ku li Hezexê nîşan dan, ji holê rake.

Mirov bi rengekî xwezayî hestewar e. Ev hest jî civakê ava dikin û her mirovekî ji yê din cuda dike. Berxwedêrên ku xwe fedaî gelê xwe dikin ev hest xwedî wateyên cuda ne. Her hestek bi têgihiştinê tê xurtkirin û vediguhere têkoşînê.

Di nava berxwedêran de yek ji taybetmendiyên ku nebe nabe, berpirsyarî ye. Xwe ji bo gelê xwe, hevrêyên xwe, têkoşîna xwe berpirsyar dibînin û bi têgihiştina berpirsyariyê li dijî tank, top û her cûre çekên dijmin bêtirs şer dikin.

Hesta berpirsyariyê li çiyê çawa be li bajêr jî bi heman rengî ye. Yan jî li her cihên têkoşînê bi heman rengî ye, naguhere.

Hevala Nûda jî ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Hezexê têkoşiya, bi heman hişmendiya mezin a berpirsyariyê li dijî dijmin şer kir. Hevala Nûda ji Amedê bû. Bi nêzîkatiyên xwe yên ji dil, uslûba xwe ya bi henekan, bêrawestan her kes dixist nava liv û tevgerê.

Li cihê ku hevala Nûda lê bû kes bêkar nedima. Timî tiştek didît ku bê kirin, her yek ji me wezîfedar dikir. Li pêşberî hevrêyên xwe hesas bû, ji bo xurtkirinê nêzî her hevrêyên xwe dibû. Ji bo me kesî nepêkan bû ku ji hevala Nûda re bibêjin na. Parvekirina bi wê re mirov aram dikir. Germahiya wê dilê mirovan germ dikir, durustiya wê mirov rehet dikir.

Çalakgera herî jêhatî ya Hezexê bû. Ji ber vê yekê cihê lê bimîne timî dibû mijara nîqaşê. Ji ber ku her kesî dixwest ku hevala Nûda li taxa wan be. Ne tenê hevalên li Hezexê, hevalên li Kerboranê jî daxwaza hevala Nûda dikirin. Hevala Nûda heta ku derbê li dijmin nexe nedisekinî. Digot 'Çalakiyeke serketî bi keşfeke serketî dibe."

Li taxa Tûrgût Ozal li dijî dijmin çalakiyên xurt kir û ji ber pêwîstiyan li taxeke nû hate wezîfedarkirin. Hevala Nûda bi nêzîkatiyên xwe yên sempatîk li nava hevalên li taxa nû di demeke kurt de hate hezkirin. Çawa ku çû taxa nû yekser digot 'em çalakiyê bikin, derbê li dijmin bixin'. Zindîbûn, çalakiya wê bandor li hevalên ciwan ên nû dikir.

Di encama çalakiya destpêkê ya li taxa nû de hevala Nûda tirs berdabû dilê dijmin. Ji encamên çalakiyê bêhtir tirsa ku ketibû dilê dijmin ew kêfxweş dikir. Dijmin hêza xwe zêde kir û heta serê sibehê bi çekên giran li taxê xist. Armanca xwe tirsandina xelkê taxê bû. Lê belê yê ku ji çalakiya hevala Nûda tirsiya dijmin bi xwe bû. Ji ber ku xelkê taxê hêz ji çalakiyê wergirtibû û dirûşma 'PKK gel e gel li vir e' diqîriya.

Heval Nûda bi ruhê PKK'ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya. Ti hêz nikare têkoşîna wê û hevrêyên wê ya ku li Hezexê nîşan dan, ji holê rake.

Li her tax, kolana Hezexê ken, samîmiyet, hurmet, hezkirin û têkoşîna Nûda hebû. Xelkê Hezexê bi vî ruhî li hemberî dijmin serî natewîne.