HPG: 2 dagirker hatin cezakirin

Hêzên gerîla bi çalakiyên xurt bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî pêşî li bicihbûna dagirkeran hate girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî derbê li artêşa Tirk a dagirker dixin û çalakiyên bi bandor lidar dixin. Hêzên me ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên afirîner ên gerîlatiya serdema nû çalakî kirin, 2 dagirker ceza kirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin, nehiştin ku dagirker bi pêş ve biçin û li qadê bi cih bibin. Hêzên PDK'ê jî vê carê li Xakurkê li gel artêşa Tirk a dagirker tevgeriyan û tevlî operasyoneke li hawirdorê bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên artêşa Tirk bi vî rengî ne:

Li herêma rojava Zapê ya Şehîd Delîl;

22'ê Tîrmehê saet di 05:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse bi sûîqestê hate îmhakirin. Di heman demê de bi çekên giran derb li çeperên dagirkrean ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin.

22'ê Tîrmehê saet di 08:30'î de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin bi sûîqestê çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin.

22'ê Tîrmehê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

22'ê Tîrmehê saet di 12:20'î de li dijî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

22'ê Tîrmehê saet di 14:40'î de bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin.

22'ê Tîrmehê saet di navbera 18:00 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li dagirkeran hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Tîrmehê saet di 00:40'î de tîmên me yên bi tevger dest li helîkoptera Skorsky werdan ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dayne. Piştî destwerdana tîmên me yên bi tevger, helîkoptera Skorsky bêyî hêzên xwe li qadê dayne ji herêmê çû.

Herêma Xakurkê;

22'ê Tîrmehê saet di 21:00 de li hemberî dagirkerên ku hewl dan li Girê Lêlikanê bi cih bibin bi çekên giran çalakî hate kirin û derb li dagirkeran hate xistin. Piştî vê çalakiyê leşkerên Tirk ên dagirker û hêzên PDK'ê bi hev re dest bi operasyoneke hawirdorê kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

22'ê Tîrmehê herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 12 caran, qadên berxwedanê yên Golka û Girê Hakkarî yên Metînayê 2 caran bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22 û 23'e Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 21 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."