Şandeya YNK’ê serdana kona sersaxiyê yê fermandar Diyar Norşîn kir

Şandeya YNK’ê çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo Fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye vedan.

Şandeya YNK’ê ya herêma Mexmûrê çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn  li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye danîn.

Li ser navê şandeya YNK’ê Xazî Feysel destpêkê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Faysel da zanîn ku, ev şehîd ne tenê şehîdê PKK’ê ye, şehîdê tevahî gelê Kurdistanê ye û wiha got: “Dijminê me yek e. Ji bo wê jî divê em hemû bi hev re yekîtiya xwe çêbikin û li ber xwe bidin da ku em bikaribin her çar parçeyên Kurdistanê rizgar bikin.”

Faysel di berdewamiyê de got, “Hêvî û daxwazên me wek Nîştîmanî Kurdistan û PKK’ê, her wiha hemû gelê Kurdistan jî ew e ku em bigihin vê armanca xwe. Em weke YNK’ê li ser fikra Mam Celal û Rêber Apo dimeşin. Em ne li dijî ti netewan in, em li dijî dagirkeran in. Her wiha em weke YNK’ê û PKK’ê yek in û xaka xwe diparêzin.”

Her wiha Mamosta Hecî Kaçan jî têkildarî yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê axivî û diyar kir ku, metirsiya ku li ser gelê Kurd heyî hê jî didome û wiha axivî: “Eger em parçe bin û belav bin wê ti yekîtî û hêza me nebe, eger yekîtiya me hebe em ê bi hêz bin û em ê bikaribin hemû planên dijmin yên li ser gelê Kurd vala derbixin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”