HPG: Gerîla derbên giran li artêşa Tirk dixe

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk dixe. Di çalakiyên duh de 2 dagirker hatin cezakirin, mobeseyek hate îmhakirin. Di van êrîşan de heta niha tu windahiyên gerîlayan tune.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Berxwedana bi bandor a hêzên me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dewam dike. Hêzên me di her firsendê de bi taktîkên afirîner li dagirkeran dixin û nahêlin ku dagirker li Qadên Berxwedanê bi cih bibin. Dagirker li hemberî çalakiyên hêzên me bê çare mane û ji bejahî û hewayî Qadên Berxwedanê bombe dikin. Dewleta Tirk a ku nekarî bigihêje armanca xwe û derbeyek giran xwar, van rastiyan vedişêre û ji raya giştî re eşkere nake. Der barê windahiyên gerîlayan de jî agahiyên derew ji raya giştî re tên ragihandin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji êrîşên 20’ê Tîrmehê yên li Girê Cûdî û vir ve tu windahiyeke me çênebû, niha tenê bi hevalekî me re têkilî qut bûye. Çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk, windahiya gerîlayan a ku qet çênebûye wekî ku çêbûye radigihîne û naxwaze windayên artêşa Tirk bibîne. Divê bawerî bi van nûçeyên çapemeniya şerê taybet a Tirk neyê kirin. Der barê êrîşên dijmin û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de agahiyên zelal weke heta niha wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.”

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk wiha ne:

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Di 23’ê Tîrmehê saet 06:20’an de, dema ku dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, tîmên me yên gerok ên YJA Starê li dagirkeran dan û dagirkerek birîndar bû.

Di 23’ê Tîrmehê saet 09:25’an de, dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedana Girê Cûdî bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê hatin lêdan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 14:40’an de dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin.

Di 23’ê Tîrmehê saet 17:20’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên ku xwestine xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin, derbên giran li dagirkeran hate xistin û dagirker nekarîn li qadê bi cih bibin. Saet di 19.00 û 19.30’an de dema dagirker tevgeriyan, dîsa derb li wan hate xistin. 

Di 24’ê Tîrmehê di navbera saet 01:30-01:50’an de dema ku helîkopteran hewl dan dagirkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, 4 caran li helîkopteran hate xistin û destûr nehate dayîn ku li helîkopter dagirkeran deyne. Helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 24’ê Tîrmehê de Qada Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, herêmên Gundê Şêlazê û Golka yên Metîna 3 caran; bi tevahî 11 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 24’ê Tîrmehê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi 21 caran bi helîkopterên êrîşê bombe kir.

Herêma Zapê û ya Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”