Bazekî li çiyê: Şahîn Botan

Gerîla Şahîn Botan ku li warê Viyan Soran Heftanînê û li Girê Cûdî yê li herêma Zapê li dijî dewleta Tirk bi rengekî fedaî şer kir, ji bo dijminê dagirker ji herêmê derxîne pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.

Gerîla Şahîn Botan li warê Bêrîvanan, Egîdan li cihê bi hezaran lehengên Kurdistanê li Botanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di salên 1990'î de dewleta Tirk bi gelek polîtîkayên cuda êrîşî xelkê Botanê kir û xwest îradeya gel bişikîne. Lê belê van zext û êrîşan xelkê Botanê hîn bêhtir xurt kir, kir ku serî netewîne û têkiliyên bi jiyana azad re hîn mezin kir. Ciwanên leheng ên Botanê ku şahidî ji zext, zilm û komkujiyên li ser gel, malbat û cîranên xwe re kirin, agirê tolhildanê di dilê xwe de mezin kirin. Şahîn ku bi van hestan mezin bû, bi baweriya ku dema tolhildanê hatiye di sala 2014'an de tevlî nava refên azadiyê bû û berê xwe da herêma Bestayê. Piştî ku demekê li herêmên Besta û Cûdî ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Şahîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya bingehîn bû. Piştî demeke kurt ji perwerdeya bingehîn, xwe gihand cewherê xwe. Serweriya li ser qadê, fedakarî, berirsyarî û serxistina her wezîfeyê bû taybetmendiyên kesayetiya wî. Gerîla Şahîn ji ber jêhatîbûna xwe, hêza xwe ya xurt a pêşdîtinê û şervanekî xwedî bawerî, xwest ku tevlîbûna xwe mezin bike. Kûrbûna xwe xurt kir û sala 2015'an tevlî nava Hêzên Taybet bû. Mîna ku Sema Yuce got, 'Li ezmanan du roj nabe' gerîla Şahîn Rêber Apo û felsefeya wî ji xwe re kir roja yekane.

JIYANA XWE TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ KIR

Gerîla Şahîn bi tevlîbûna xwe ya pak û xwezayî li nava hevalên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, bû hevrêyekî cihê mînakê. Gavên ber bi Zîlanbûyînê her roj hîn bi lez avêt û mezin bû. Êrîşên li ser jiyan, rêbertî, hevrê, xak û gelê wî her zêde dibûn. Şahîn digot, 'Dijmin li ku be, berê xwe dabe ku divê ez li wir bim'. Û dema ku dewleta Tirk li Heftanînê dest bi êrîşê kir, ew jî derbasî herêma operasyonê bû. Gerîla Şahîn tevlî her qada şer û jiyanê ya Pênagva Cenga Heftanînê bû. Li warê Viyan Soran li Heftanînê ne hêsan e ku bi Viyan Soran re govend bê gerandin. Ji vê jî pêwîstî bi aqlekî xurt, bi wêrekî û dilekî bi bawerî heye. Bi van taybetmendiyên xwe hemûyan tevlî nava gelek çalakiyan bû. Di yek ji va çalakiyan de birîndar bû û di demeke kurt de xwe komî ser hev kir, şerê li dijî dagirkeran ji cihê mayî dewam kir.

Rabûna li ber her êrîşê, têkoşîn ji bo wî bû pîvanek. Ji bo tirsê bixe dilê dijmin rêwîtî û şerê xwe dewam kir. Dewleta Tirk a dagirker sala 2022'an li Zap, Avaşîn û Metînayê bi navê 'pençe kîlît' dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Gerîla Şahîn jî tevlî nava Pêngava Şehîd Savaş Maraş-Cenga Xabûrê bû. Berê xwe da Girê Cûdî ıyê li rojavayê Zapê ku yek ji kelehên berxwedanê bû û fedaî gav bi gav lê digeriyan. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên şerê tunelan. Li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû û bi çalakiyên sûîqestê tirs xist dilê dijmin. Gerîla Şahîn li tunelên berxwedanê careke din birîndar bû. Lê belê di demeke kurt de rehet bû û dest bi amadekariya çalakiyê kir. Ji bo dagirkeran ji herêmên dagirkirî derxîne weke fermandarê pêşeng tevlî operasyona şoreşgerî bû. Li vê derê mîna xwedawendên fedaî Sara û Rûken bi xwînxwarî bi ser dijmin ve meşiya. Gerîla Şahîn di vê pêngavê de bi lehengî şer kir û bi têkoşîneke bi fedaî şehîd bû.