HPG: 16 dagirker hatin cezakirin, li helîkoptereke Skorsky hate xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dayî destpêkirin, çalakiyên bi bandor li dar dixin. Li Zap û Metînayê 16 dagirker hatin cezakirin. Helîkopterek hate xistin, 3 çeper, çekeke bombeavêj û mobeseyek hat îmhakirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dayî destpêkirin, dewam dikin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşan dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got: “Li dijî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dida bi helîkopterê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi cih bibe, hêzên me çalakiyên bi bandor lidar xistin. Roja 21’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêşengiya tîmên me yên gerok çalakî hatin lidarxistin, di van çalakiyan de; 14 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Di heman demê de sîstema kamereyeke mobesê, çekeke bombeavêj, kel û pelên leşkerî û jiyanî yên dagirkeran hatin îmhakirin. Di çalakiyên ku 19’ê Tîrmehê li Metînayê hatin lidarxistin de; 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek hat îmhakirin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahiyên berfireh dan:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Tîmên me yên gerok ên YJA Starê 21’ê Tîrmehê di saet 08.00’an de bi çekên otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin.

Tîmên me yên gerok ên YJA Starê 21’ê Tîrmehê di saet 08.30’an de bi taktîka gerîla ya koordîneyî ji du milan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

21’ê Tîrmehê di saet 08.50’an de bi çekên nîvotomatîk di navberek nêzîk de li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Tîmên me yên gerok 21’ê Tîrmehê di saet 09.30’an de di navberek nêzîk de li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, xistin. Her du çeper hedef hatin girtin û hatin îmhakirin, bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstema kameraya mobeseyekê, çekeke bombeavêj û kel û pelên jiyanî hatin îmhakirin.

21’ê Tîrmehê di navbera saet 12.25’an û 12.40’an de bi taktîka sûîqastê li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hate xistin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Tîmên me yên gerok ên YJA Starê 21’ê Tîrmehê di saet 13.20’an de bi çekên giran li helîkoptera Skorsky a ku hatibû mirî û birîndarên xwe bibe, xistin. Helîkoptera ku derb xwarî, neçar ma ji qada berxwedanê dûr bikeve.

21’ê Tîrmehê di saet 17.50’an de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji helîkopterê alavên leşkerî û jiyanî danîn. Alav hatin îmhakirin.

Tîmên me yên gerok ên YJA Starê 21’ê Tîrmehê di saet 19.00’an de bi taktîka sûîqastê li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî daran bibirin,  xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Herêma Metînayê;

Tîmên me yên gerok 19’ê Tîrmehê di saet 11.00’an de li barageha artêşa Tirk a dagirker a li Kanîmasiyê xist. Di navberek nêzîk de bi rengekî bi bandor li çeperekî hate xistin, çeper bi temamî îmha bû û du dagirkerên di nav de hatin cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

21 û 22’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 21 caran, Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê 2 caran; bi giştî 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21 û 22’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 32 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Zap û herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi dehan car bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”