Ji Zagrosan heta Kato Jîrka, fermandareke fedaî: Evîndar Kavak

Li çiyayên xwedawendan textê xwe daniye, şervanên YJA Star’ê xwe ji nû ve ava dikin û dibin navê nasnameya jinên azad. Eylem Mazlûm ku li çiyayan bi ruhê xwedawendan re hat ba hev, bû nûnera xeta jinan azad heta bi hetayê.

Eylem Mazlûm (Evîndar Kavak), li Mêrdînê ji malbateke dilsoza eslê xwe çêbûye. Malbata wê ku welatparêz bûye û xalê wê bûye şehîd, gelek bandor lê dibe. Dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo dike. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo re hezkirina wê ji PKK’ê zêde dibe. Tev li xebatên ciwanan dibe û dibe pêşengeke bandorbar. Bi baweriya ku qada legal ji bo daxwazên xwe baş nabe bersiv, bi pey lêgerînên radîkal dikeve. Bi destpêbûna şerê li Rojava re, ji bo bibe şervaneke azadiya gelê xwe, baz dide çeperên şer.

Ji bo bibe gerîla pir bi kelecan û daxwaz xwe digihîne çiyayan. Li serê çiyayan rêgeza bingehîn a ku bala wê herî pir diçe ser, têkiliyên hevretiyê ne. Di nirxandineke xwe de wiha dibêje; “Bi hestyariya hevalan a berpêyî hev û jiyanê pir bandor li min bû. Min ku awayê danîna diyalogê ya hevalan a bi hev re dît, ez bûm heyran.”

LI ZAPÊ BÛ ŞAREZA

Eylem, herî pir li Zapê kelecanî dibe. Ji ber ku wek gerîlayeke YJA Star’ê li Zapê ye xwe pir bi siûd dibîne. Xwe zû hînê Zapê dike. Tevî xebatên pratîkî, bi xwendina pirtûkên Rêber Apo dixwaze aliyê xwe yê îdeolojîk temam bike. Li dijî hevrêyên xwe tim pir bi hestyarî tevdigere. Wek mîlîtaneke YJA Star’ê li qada Zapê pir dixebite. Di nirxandineke xwe ya têkildarê Zapê de wiha dibêje: “Dema ku ez li Zapê bûm, min gelek hevalên hêja nas kirin. Ji bo min bû tecrûbeyeke pir baş. Di warê leşkerî, şer û vînê de li qada Zapê gelek tecrûbeyên min çêbûn. Baweriya min bi xwe zêde bû. Dibêjin ku Zagros cihê xwedawendan e, lewma tim li Zapê hestên menewî bi min re çêbûne.”

PÊVAJOYEKE KU BI PERWERDEHIYÊN AKADEMÎK Û ÎDEOLOJÎK TEMAM BÛYE

Eylem, tim alîgira wê yekê bû pratîk û teorî bi hev re bibin yek. Wek her mîlîtaneke Apoyî, ji bo perwerdehiyê her û her dilxwaz bû. Hizir û dîtinên xwe yên di der barê perwerdehiyekê de wiha anîbûn ziman: “Ji ber ku hatime perwerdehiyê ez xwe pir bi siûd dibînim. Bi perwerdehiya ku min dît, haya min ji nasname, vîn û hebûna min çêbû. Piştî vê perwerdehiyê ez biçim ku derê jî, bi hêz û moralê ku min ji perwerdehiyê girtiye, ez ê bibim bersiv ji bo Rêbertiya xwe. Ez ê têkoşîna xwe geş bikim û tiştên nû biafirînim. Ne bi tenê di warê leşkerî de, di warê fikirî û îdeolojîk de ez ê bibim bersiv li dijî êrîşên dijmin ên bi her awayî. Bi vê perwerdehiyê ez bûm şahida potansiyela veguherîn û enerjiya ji vîna jinan û yekitiya wan çêdibe, bi baweriya pê ez ê di rêya xwe de xurttir bimeşim.”

Piştî perwerdehiyê ber bi Kato Jîrka ve bi rê ket. Çiyayên Kato Jîrka, ew da ber dilê xwe. Di gelek çalakiyan de pêşengtî kir. Bêyî sekin û westan, têkoşiya, ji bo bibe fermandar û hevrêyeke liyaqê hevrêyên xwe, şer kir. Fermandarên serdema nû yên zindî û dînamîk Eylem û Bahoz li Kato Jîrka, bi têkoşîneke destanî derbe li ser derbeyê li dijmin xistin. 4’ê Tîrmeha sala 2022’yan bi artêşa Tirk a dagirker re pev çûn û bûn şehîd. Bi israra wan a têkoşînê de, ruhê wan ê Apoyî ku xwe daye serkeftinê, gelek mîrate ma ji şervanên azadiyê re.