Gerîlayê HPG'ê Diyar Norşîn li Mexmûrê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Diyar Norşîn yê ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de li Zapê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bibîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) yê ku di 20'ê Cotmeha 2021'an de li Zapê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî girseyî hat bibîranîn. 

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Mamoste Îhsan Kaplan û li ser navê malbatê dayika gerîlayê HPG'ê Diyar Norşîn,Sarya Marînos û birayê şehîd Nûredîn Kaya axivîn.

Kaplan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Diyar Norşîn de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û got: “Di serî de serê Rêber Apo, serê hevrêyên şehîd yên ku niha di zinarên asê yên Zap, Avaşîn û Metîna de li hemberî hemû cûre çekên kîmyawî û nukleer li ber xwe didin saxbe, serê gelê Kurd yê bi rûmet û serê gelê wargehê saxbe. Eger niha konferans li ser navê Kurd û Kurdistanê tên kirin ev hemû bi saya van lehenganin. Diyar xwendevanekî dibistana me bû, hem di nava hevalên xwe de û hem jî di nava dibistanê de kesayetek diyar bû.”

'BI SAYA ŞEHÎDAN EM Ê BIGIHIN AZADIYA RÊBERTÎ Û KURDISTANÊ'

Piştre dayika gerîlayê HPG'ê Diyar Norşîn, Sarya Marînos axivî û da zanîn ku bilêvkirina her şehîdek ne ewqas hêsane û got:  “Ez çiqas li ser Diyarê xwe bêjim jî ez nikarim heqê wî bidim û wê kêm be. Diyar ji biçûkatiya xwe ve, ev rê ji dil û eşqek mezin hilbijartibû. Diyar li gel kê danûstandin kiribe cihê xwe di dilê wî de de çêkiriye. Her wiha li Bakur, Başûr, li çiyayên Kurdistanê û herî dawî li Rojavayê Kurdistanê li hemberî dijminê hov, li berxwe da. Diyarê min li her devera Kurdistanê xwîna xwe rijand. Daxwaza min ew bû ku carekê destê xwe li ser birînên Diyarê xwe bigerînim, lê ez negehiştim wê daxwazê. Lê em di wê hêviyê de ne, em bigihin Rêberek azad û Kurdistanek azad.”

'EM Ê XEWN Û XEYALÊN ŞEHÎDAN BI CIH BÎNIN'

Piştre birayê şehîd Diyar Norşîn, Nûredîn Kaya jî şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Heval Diyar di jiyanekî zor û zehmet de mezin bû, heta ku tev li nava refên gerîla bû. Ez û Diyar bi hevre mezin bûn,. Diyar ji jiyana ne azad tim ne razî bû. Timî digot, ‘ez tu carî jiyanek ne azad qebûl nakim’. Dema ku li Kobanê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de birîndar bû, hatibû wargehê me çiqas jêre digotin birînên te giranin neçe jî digot, ‘Wijdanê min ne rehete ku ewqas hevrêyên min li kêleka min şehîd ketine û ez jî li vêderê bi rehetî bisekinim, heta dilopek xwîn di laşê min de hebe ez nahêlim xwîna hevrêyên min li erdê bimîne’. Em ê tu carî kêfa dijmin neyînin, heta xewn û xeyalên wan yên azadiyê bi cih neyînin em gav paşde na avêjin.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.