Gel çû serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Diyar Norşîn

Ji bo Fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn ku di êrîşa dewleta Tirk de li Zapê şehîd bibû, konê sersaxiyê li Mexmûrê hat danîn, gel ji bo serdanê çû konê sersaxiyê.

Fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) ku 20’ê Cotmeha sala 2021’ê di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Zapê de bû şehîd, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê hat danîn. Gel ji bo xwestina sersaxiyê çû serdana kon.

Bi deqeyekê rêz ji bo şehîdan hat girtin û bi şûn de, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara axivî. Kara got: "Di şexsê heval Diyar de, di serî de şehîdên Tîrmehê, em hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi xêra Rêber Apo û qehremanên me, wek sala 1923’yan nikarin xwe nêzê me bikin. Em ê di rêya şehîdên xwe de bimeşin."

Xwişka Şehîd Diyar Norşîn, Bêrîvan Kaya li ser navê malbatê wiha axivî û got: "Diyar, her digot ku ew ê xwe bexşê Rêber Apo bike. Xeyala wî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Diyar yekê gelek nefspiçûk bû. Carinan ji min re digot: ‘Tu nizanî ku çiqas kîna wan di dilê min de ye.’ Em şanaz in bi şehîdên xwe. Em cardin soz didin Diyar û hevrêyên wî ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, em ê li pey xeyalên wan biçin."