8 leşkerên Tirk hatin kuştin, derb li helîkopterekê hate xistin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li qada Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kir. Di van çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, derb li helîkopterekê hate xistin.

Artêşa Tirk êrîşa xwe ya dagirker a li ser Zap û Metînayê didomîne. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyan li artêşa Tirk didke.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên gerîlayan hatine stendin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe.

Li gorî agahiyên pêşîn herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin û derbeke giran li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.