HPG: Di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe girt

HPG’ê şehîd Diyar Norşîn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Diyar Norşîn di 20’ê Cotmeha 2021’an de di êrîşa dijmin a li dijî herêma Zapê de şehîd bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe girt."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

"Kurê hêja yê gelê me yê Colemêrgê hevrêyê me Diyar Norşîn di 20’ê Cotmeha 2021’an de li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a ji sala 2021’an vir ve li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kiriye, îro jî didome. Fermandarê me yê bi rûmet hevrê Diyar Norşîn ê ku di kêliyên destpêkê yên êrîşa dagirkeriyê de derbên giran li dijmin xist, bû yek ji kedkarên berxwedanê ku îro jî didome. Hevrêyê me Diyar ku bi şêwaz û taktîkên xwe yên afirîner yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlatiya serdema nû ye, bi dewir kirina mîrateyeke mezin a têkoşînê û erkên ku divê werin bi cih anîn, nemir bûye.

Em soz didin ku em ê ala şoreşê ya ku hevrêyê me Diyar Norşîn dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi berpirsyarî layîqê hemû şehîdên xwe bin û em ê Kurdistana azad ku xeyala wî ye teqez pêk bînin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Diyar Norşîn, gelê xwe yê welatparêz ên wargeha Şehîd Rustem Cûdî û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Diyar Norşîn wiha ne:

Nasnav: Diyar Norşîn
Nav û paşnav: Feyzî Kaya
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Sarya- Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê:20 Cotmeh 2021 /Zap

Hevrêyê me Diyar li gundê Marînos a Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, hevrêyê me Diyar di zarokatiya xwe de dest bi naskirina Partiya me kir. Ji ber tevlîbûna xizmên wî ên nêz di nava refên gerîla û hakîmiyeta gerîla ya li herêmên Botan û Colemêrgê hişt ku meraqa wî li hember gerîla pêşbikeve. Yek ji daxwazên wî yên herî li pêş ew bû ku gerîla bibîne û dest bide destê wan. Ji ber ku gelê me jî weke hevrêyê me Diyar û malbata wî ya hêja li dora PKK'ê hatin cem hev û gerîla weke hêza yekane ya ku azadiya xwe misoger bike dît, derbeke giran li polîtîkaya qirkirinê ya ku dijmin bi dehan salan e dimeşîne, da. Ji ber vê yekê dijmin bi her cure zext û tundiyê hewl da gelê me ji doza xwe ya mafdar dûr bixe. Bi hezaran gelê me ku kêliyekê jî ji helwesta xwe ya birûmet tawîz nedan, li hemberî van pêkanînên dijmin, heta bi berdêla terka welatê xwe be jî, di parastina rûmeta xwe de israr kirin. Ji bo vê jî bi deh hezaran gelê me yê welatparêz koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û hewl dan ku ji bo xwe jiyaneke nû ava bikin. Di nava van koçberan de malbata welatparêz ê hevrêyê  me Diyar jî hebû. Gelê me yê ku li Wargeha Mexmûrê bi cih bû, piştî serdana gelek wargehan, li vir jiyanek nû ava kir, bi têkoşîna xwe ya bi serê xwe mîna çiyayên serhildêr ên Kurdistanê bersiva herî watedar da dijmin. Hevrêyê me Diyar zarokatiya xwe li Wargeha Mexmûrê ku nû lê bi cih bûbûn derbas kir. Li vir dixwîne û bi zimanê dayikê perwerde dibîne. Derfet hebû ku çanda xwe bi tevahî bijî û bextewariya rizgariya ji qirkirina dijmin û bûyîna xwe dît. Di heman demê de ew û malbata xwe ji ber êş, sirgûnî û komkujiyên li dijî gelê me hatine pêk anîn, li dijî dewleta Tirk a mêtinger hêrseke mezin hîs kirin. Hevrêyê me bi xwedî derketina li ziman, çand û nirxên xwe yên dîrokî, karî hêrsa xwe bi watedartir bike. Lê her tim di dilê wî de bû ku beşdarî gerîla bibe û hesabê polîtîkayên dijmin ên li dijî gelê me bipirse. Hevrêyê me Diyar ku di sala 1999'an de li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me û şehadetên ku di çalakiyên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, ji ber temenê xwe yê biçûk nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku bi saya dilsoziya xwe ya bi dozê re lêhûrbûnên xwe dewam kir, vê carê di sala 2001'ê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku navê mamê xwe Diyar ê ku di heman salê de li qada Katoyê şehîd bûbû li xwe kir, ji kûr ve dizanîbû ku dilsoziya wî ya bi şehîdan re bi serxistina têkoşîna wan û mezinkirina wê ye. Hevrêyê me Diyar ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi vê prensîbê tevgeriya, roj bi roj xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayekî jêhatî. Piştre di sala 2005 'an de bi wergirtina navê xizma xwe hevrêya me Norşîn-Zahîde Kûrt ku li herêma Mêrdînê gihîşt şehadetê, weke Diyar Norşîn têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me bi perwerdehiyên ku wergirtî re xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve pêş ve bir û bi taybetî ji ber eleqeya wî ya li hember hunera leşkerî, lêhûrbûnên kûr jiya ye. Hevrêyê me zanibû ku êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û gerîla bi taybet li ser Rêbertiya me ancax bi berxwedaneke xurt a gerîla dikare were bersivandin û her ku di taktîkên gerîla de kûr bû, karî bû rêbazên dewlemend ên çalakiyê bi pêş bixîne. Hevrêyê me Diyar ku li herêmên Metîna, Qendîl, Zagros, Zap û Xakurkê bi taybet li herêma Garê gerîlatiyê dike, heta sala 2014’an li herêmên ku şer lê dijwar bû cih girt û li dijî dagirkeran têkoşînek bê hempa da meşandin. Hevrêyê me yê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker di gelek çalakiyan de cih girt, bi wêrekî, fedakarî û meşa xwe ya bê hempa ya li ser dijmin di van çalakiyan de ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Diyar ku ji ber serkeftina di çalakiyên xwe de ji aliyê hevrêyên xwe ve hat xelatkirin, bi moral û hêza ku girtiye tevlîbûna xwe ya heyî esas girt. Hevrêyê me Diyar ku sala 2007'an li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan û sala 2012'an li Akademiya Hakî Karer perwerde dît, di van perwerdeyan de li ser îdeolojî û felsefeya Rêbertî kûrbûn esas girt. Hevrêya me ku di çarçoveya Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye pêşxistin de kesayeta xwe girt dest, bi kûrbûna li ser kesayeta xwe, karî xwe ji bandora pergalê rizgar bike û hewl da ku bibe kesayetek azad û milîtan.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kir û bi vî rengî hewl da Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetisîne, mîna bi hezaran milîtanan hevrêyê me Diyar jî ji bo parastina gelê me û Şoreşa Azadiya Rojava ya ku bûye hêviya azadiyê ya gelan, derbasî Kobanê bû. Hevrêyê me ku di berxwedana destanî ya li vir li dijî çeteyan hat pêşxistin de cih girt, li dijî dijmin di çeperên pêş de şer kir û hewl da wezîfeya xwe ya li pêşberî gelê me bi rengekî rast bi cih bîne. Hevrêyê me Diyar ê ku di pevçûnan de ji zikê xwe birîndar bûbû, demekê tedawî dît. Hevrêyê me yê ku pêvajoya dermankirinê bi lêhûrbûnê derbas kir, xwe ji têkoşîneke dijwartir re amade kir. Hevrêyê me yê ku bi îradeya xwe ya têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker bi lez birînên xwe derman kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî demekê li vir ma, vê carê berê xwe da Botanê ku navenda şerê me yê gerîla ye. Hevrêyê me ku weke rêgez pejirand ku hesabê komkujiyên ku dijmin li ser gelê me kiriye bipirse û bi taybetî di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li ser hîmê hêrsa mezin û hesabpirsînê tevlî pratîkê bûye. Hevrêyê me Diyar ku li herêma Botanê di gelek çalakiyan de cih girt, bi her derbeya ku li dijmin dixist tola şehîdên me hilanî û bi pratîka xwe ya serkeftî nîşan da ku zû yan dereng wê ji dewleta Tirk a qirker hesab were pirsîn. Hevrêyê me Diyar ku ji bo dermankirinê ji qada Botanê vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di sala 2018’an de careke din li Akademiya Hakî Karer perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît. Hevrêyê me Diyar ku di vê pêvajoya perwerdeyê de firsend dît ku pratîka xwe ya 6 salan lêpirsîn bike û dersên pêwîst jê bigire; bi lêhûrbûnên xwe re ketiye ferqa nebesiyên xwe û bi dil û can beşdarî nûve avakirina gerîla bû. Hevrêyê me Diyar ku erk û berpirsyariyên girîng girt ser milên xwe, weke fermandarê herêmê derbasî herêma Zapê bû. Ji çêkirina tunelên şer ku bingeha berxwedana îro li herêma Zapê berdewam dike, heta perwerdekirina hevrêyên xwe yên milîtanên Apoyî, hemû erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Diyar ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser Zapê gelek çalakî li dar xist; Şêwaza xwe ya şer a bêteredût û bêxem di nava hevrêyên xwe de bi cih kir û çalakiyên serketî pêk anî. Hevrêyê me ku di dema pêwîst de bi awayekî jêhatî karîbû dijmin bişopîne û bi bandor lê bide, beriya demeke dirêj nîşan da ku tîmên gerîla yên gerok dikarin bi vî şêwazî bi ser bikevin.

Hevrêyê me Diyar ku ji sala 2021’an û pê ve her tim di nava liv û tevgerê de bûye û li firsendekê digerî ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê derbeyê lê bixe, ji wê rojê ve îspat kiriye ku Zap wê bibe kela berxwedanê. Fermandarê me yê hêja Diyar Norşîn ku bi jiyan, wêrekî û nirxê xwe yê ku dayî hevrêyên xwe hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir, 20'ê Cotmeha 2021'an li qada Zapê di êrîşa dijmin de gihîşt şehadetê û di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet bi layiqî girt."