HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: “Gerîlayên azadiyê ku ji xeta berxwedanê tavîz nade, bi têkoşîna destanî nûneriya hêviya azadiyê ya gelên me dike û rolê xwe dîrokî dilîze.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kir:

“Berxwedana bê hempa ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî mêtingeriya Tirk raber dike, didome. Hevrêyên me Rojhat, Rojda û Şoreş ku bi têkoşînên xwe bûn afirênerên siberojên azad, li qada Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em di serî de ji malbata fermandarê wêrek ê demên zehmet Rojhat Hebeş, jina bi wêrek a gelê me Rojda û zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb Şoreş re, ji hemû gelê xwe yê Ereb û Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku wê dilsozê bîranîna şehîdên xwe yên pîroz bimînin û diyar dikin ku wê teqez armancên wan pêk bînin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

  Nasnav: Rojhat Hebeş

  Nav û Paşnav: Mecîd Mahmûdî

  Cihê ji dayikbûnê: Kotol

  Navê Dayik - Bav: Zubeyde – Hasan

  Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna

 

  Nasnav: Rojda Dîlan Demhat

  Nav û Paşnav: Kezban Akşin

  Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs

  Navê Dayik – Bav: Saadet – Şemsettîn

  Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2023 / Metîna

 

  Nasnav: Şoreş Serhildan

  Nav û Paşnav: Salih Silêman Ereb

  Cihê ji dayikbûnê: Hesekê

  Navê Dayik – Bav: Hiyam – Silêman

  Cih û dîroka şehadetê Hezîran 2023 / Metîna

ROJHAT HEBEŞ

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku her tim hêviya Kurdistaneke azad zindî dihêle, ji hemû hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî yên dilsoz ên ku ji bo vê armancê têdikoşin re deriyê xwe vekir û her cûre fedakarî kir. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi hişmendiya nirxa jiyanî ya azadiyê û xwebûna xwe tevgeriya. Gelê me yê ku berxwedan û têkoşîna ji bo hebûna xwe kir şêwazê jiyanê, ev yek ji nifşekî ber bi nifşekî ve veguherand çandekê. Li Rojhilatê Kurdistanê ti malbatek ku ji bo azadiya gelê me têbikoşe û berdêlê xwe nede, nemaye. Yek ji qadên ku kevneşopî û çanda şoreşgerî li Rojhilatê Kurdistanê lê zêde ye Kotol e. Gelê me yê Kotolê ji dîrokê heta niha her tim di nava têkoşînê de ye, hemû aliyên ji bo azadiya gelê me têdikoşin hembêz kirine û her cure piştgirî daye. Partiya me PKK ku di salên 1990’î de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêşketineke mezin bi dest xist, li herêma Kotolê jî hate naskirin. Bi taybetî jî destana şerê gerîla yê li dijî dewleta Tirk a dagirker û helwesta li ser xeta fedayî ya di zindanan de ji aliyê gelê me ve zêdetir hate naskirin, li vê herêmê belav bû û gelê me li vir hewl da ku nas bike û fêm bike. Tevgera me ya ku ji bo têkoşîna Kurdistanê nû tê dîtin, li ser vê bingehê bi komên destpêkê yên gerîla re ku gihiştin herêma Kotolê, gelê me di şexsê gerîla de PKK û Rêber Apo nas kir. Gelê me di bin bandora hevrêtiya gerîla de, nêzîkatiya wan a gel û têkoşîna xwe ya fedayî bêyî ku li benda tu feydeyekê be, ji dil û can bawer dikir ku Partiya me wê şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bîne û bi vîn û baweriyeke bêhempa Partiya me hembêz kir. Dema ku ciwanên ku di bin bandora komên yekem ên gerîla de mabûn, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûn, gelê me her roj zêdetir têkoşîna me hembêz kir. Piştî ku di sala 1999’an de Rêbertiya me ji aliyê dijmin ve hate dîlgirtin, bi hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ku serhildanên herî mezin ên dîroka wê pêk hatin, tevlî nava refên gerîla bûn û bersiva herî watedar dan komplogeran.

Hevrêyê me Rojhat ku li gundê Hebeşê yê Kotolê ji dayik bû, bi çanda kûr a welatparêziyê ya malbat û derdora xwe mezin bû. Hevrêyê me Rojhat ji ber ku ji gundên wî gelek kes beşdarî nava refên gerîla bûbûn, ji hişmendiya xwe ya neteweyî, bi şehadetên ku di têkoşînê de hatin jiyîn û ji naskirina fikrên Rêber Apo gelekî bandor bû. Hevrêyê me yê ku di zane ku bûyîna layiqê keda şehîdên me û Rêberê me bi tevlîbûna nava refên têkoşînê pêkan e, xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê demekê nekarî tevlî bibe. Lê belê ne zext û zordariya rejîmê û ne jî jiyana derewîn a sîstemê nekarî dilsoziya hevrêyê me Rojhat ji holê rake. Hevrêyê me yê ku ji bo tevlîbûna nava refên gerîla her tim li firsendekê digere, di sala 2009’an de derfet dît û ji qada Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku di vê qadê de perwerdeya xwe ya destpêkê di nava gerîla de dît, piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî di heman qadê de tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrê Rojhat ê ku demekê li vir bi yek ji fermandarê me yê hêja hevrê Şehîd Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) re ma, ji tecrûbeyên mezin a gerîlatiyê û helwesta bîrdozî ya Şehîd Huseyîn gelek tişt fêr bû û hîn zêdetir zanî ku divê mirov têkoşîneke çawa bimeşîne. Hevrê Rojhat ku xeta jiyan û têkoşînê ya hevrê Huseyîn ji xwe re mînak girt, her tim pêşniyar dikir ku biçe qadên herî dijwar ên Kurdistanê. Weke gerîlayekî şert û mercên zehmet, her kêliyê armanc dikir ku barê hevrêyên xwe hinekî din sivik bike. Piştî ku li gelek herêmên Qendîlê gerîlatî kir, pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê ku ji bo wî xwedî wateyeke manewî ya mezin bû, bi taybetî jî pêşniyar kir ku biçe Botanê ku qada yekemîn a têkoşîna gerîla bû. Ev pêşniyara hevrêyê me Rojhat ku bi helwesta xwe ya jiyanê, bi kûrahiya xwe ya leşkerî û bi tevlîbûna fedayî bawerî da Partiya me, hate qebûlkirin.

Lê piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, ji bo ku biçe alîkariya gelê me berê xwe da Kobanê. Hevrêyê me Rojhat ê ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî di paqijkirina Kobanê ji çeteyan de cih girt, piştre bi wezîfeya fermandariya çeper li herêma Sirînê bû fermandar. Bi şêwaz û taktîkên xwe yên afirîner di parastina vê herêmê de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Rojhat jî ku baş dizane heta çeteyên DAÎŞ’ê bi temamî neyên tunekirin gelê me azad nabe, tevlî pêngavên şoreşgerî yê piştre hatin pêşxistin bû. Hevrêyê Rojhat ku di rizgarkirina bendava Tişrînê de xwedî roleke girîng bû, di vê pêngavê de roleke pêşeng lîst û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Şervanên di bin fermandariya hevrêyê me Rojhat de ku bi cesaret û şêwazê lêxistinê derbên mezin li çeteyan xist, di demeke kurt herêma Tişrînê rizgar kirin.

Piştî pêvajoya şerê dijwar hevrêyê me yê ku di akademiyên leşkerî de ji bo pêşxistina pisporî û profesyoneltiyê ders da, tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hêzeke girîng a şer afirand. Hevrêyê me Rojhat, piştî ku 2 salan di nava vê xebatê de cih girt, fikirî ku wezîfeya xwe bi cih aniye û dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me yê ku demeke dirêj ji çiyayan veqetiyabû, bi hesreta xwe bi çiyayan re bû yek û ji nû ve xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê ku navenda jiyaneke nû ye. Hevrêyê me Rojhat ê ku xwest tecrubeyên pratîka xwe ya şerê dijwar ji hevrêyên xwe re ragihîne û di pêvajoya ji nû ve avakirina gerîla de hişyar bike, li Akademiyên Apollon xwend. Hevrêyê me yê ku pêşniyar kir biçe Bakurê Kurdistanê ku bi salan xeyala wê yekê dikir, bi baldariya ku di pêvajoya perwerdeyê de jiyabû, herî dawî xeyala xwe pêk anî û derbasî qada Wanê bû. Hevrêyê me Rojhat ê ku piştî Wanê li herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne û di fermandariya eyaletê de cih digire, bi fedekarî, coş û heyecaneke mezin tevlî xebatên li Bakur bû.

Hevrêyê me yê ku cardin vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo tecrubeyên şer ên ku ji Bakurê Kurdistanê bi dest xistiye, li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, kedek mezin daye. Herî dawî hevrêyê me Rojhat ê ku li herêma Metîna weke endamê fermandariya qadê erk xurtkirina berxwedanê girt ser milên xwe û bi fedekariyeke mezin di rêxistinkirina gelek xebat û çalakiyan de di asta pêşengiyê de cih girt. Hevrêyê me Rojhat ê ku ji rêxistinkirina tîmên gerîla yên bi tevger heta çêkirina tunelên şer gelek xebat meşand, gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin xist koordine kir.

Hevrêyê me Rojhat ê ku fermandarê gerîla yê şert û mercên zehmet bû, ti carî van zehmetiyan ji xwe re weke asteng û hincet bikar neanî û hêviya xwe ya serkeftinê her tim zindî hişt. Ji bo wî bêhêvîbûn û bêçaretî têgînên ku qet nedihatin qebûlkirin bûn. Ji ber tevlîbûna wî ya fedakar a di nava jiyana gerîla de û misyona wî ya pêşengiyê di nava xebatan de, hişt ku di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Hevrêyê me Rojhat ê ku bi taktîk û şêwaza afirîner a ku pêşxistibû di nûbûna gerîla de roleke girîng lîst, bi kesayeta xwe ya dilnizim û bi zelalbûna xwe bû fermandarek ku hemû hevrêyên wî jê îlham bigirin. Hevrêyê me Rojhat ku ti carî ji pîvanên exlaqî yên PKK’ê tawîz neda, bi helwesta xwe ya milîtantiyê li her qadê ku lê bû, di felsefeya Rêber Apo de kûr bû û bû fermandarek mînak.

Weke hevrêyên fermandarê me yê hêja hevrê Rojhat ku ji bo bicihanîna armancên mezin ên ku heta nefesa xwe ya dawî ked da, bi soza ku em ê xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin hewl bidin ku layiqî hemû şehîdên xwe bin.

ROJDA ZÎLAN DEMHAT

Partiya me PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Apo û weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranînên şehîdan re hat avakirin, bi demê re gihişt nasnameya partiya şehîdan. Bi her şehadeta me re Partiya me mezin bûye û gihîştiye her çar aliyê Kurdistanê. Partiya me di salên 1990 'î de ku têkoşîna me ya PKK'ê di asta herî dijwar de bû, li qada Garzanê belav bû. Gelê me yê Garzanê ya ku bi sedsalan hesreta azadiyê bû, bi kêfxweşî û coşeke mezin Partiya me û milîtanên wê yên pêşeng hembêz kir.Gelê me yê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê dijîn, bi hişmendiya xwe ya welatparêzî ya kûr, ji dil bawer dikir ku Partiya me wê azadiya ku hesreta wan e pêk bîne. Ji bo vê jî erkên xwe yên welatparêziyê bi cih anî û zarokên xwe yên herî bi qîmet bê dudilî tevlî refên azadiyê kir û bû yek ji mînakên girîng ên welatparêziya Kurdistanê. Li hemberî her cure zext, polîtîkayên komkujî û îmhayê yên dijmin ji helwesta xwe ya bi rûmet tawîz neda û bi dayîna her berdêlî îspat kir ku di azadiyê de israr dike.

Hevrêya me Rojda di rastiyek wiha de li Xîzanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê ji ber zextên dijmin malbata wê neçar maye koçî Mêrsînê bike û li wir mezin bû. Hevrêya me Rojda her çiqas li Kurdistanê mezin nebûbe jî, bi saya kurdayetî û welatparêziya kûr a malbatê, bi awayekî li gorî cewherê xwe mezin bûye. Ji bo vê jî her tim pêvajoya şerê li Kurdistanê ji nêz ve şopandiye. Hevrêya me Rojda ya ku bi şehadetên di dema têkoşînê de bi bandor bû, her tim li ser ka çawa dikare bersivê bide û layiqî van hevrêyên şehîd bibe lêhûrbûn kiriye. Bi van lêhûrbûnan re xwesteka wê ya têkoşînê roj bi roj mezin bûye. Hevrêya me weke jineke ciwan ku di sîstema heyî ya civakî de bû xwedî derfet ku pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû ne ji nêz ve bibîne, di wê baweriyê de bû ku weke hêza herî dînamîk a civakê divê van pirsgirêkan nejî û li dijî vê sîstema ku koledariya jinê kûr dike têbikoşe. Her çendî ji bo vê yekê li ser rêyên têkoşînê yên cuda lêhûrbû jî, piştî xwendina analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê, gihîşt wê encamê ku têkoşîna herî rasteqîn û encamgir bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz re pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêya me ku demekê di nav xebatên ciwanên şoreşger, welatparêz de cih girt, ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî Şengalê ku di van êrîşan de bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, kolekirin û tecawizkirin, gelek bandor bû. Weke her jin û ciwanên Kurd ên bi rûmet, ew jî di wê baweriyê de bû ku divê li dijî van êrîşên hovane û qirkirinê di nava têkoşîneke aktîf de be. Bi baweriya ku ev yek tenê dikare bi tevlî nava refên gerîla pêk bê ku yekane hêza parastina gelê me ye, di heman salê de tevî hevrê Arjîn Garzan (Nêrgiz Akşîn) keça mamê xwe ji herêma Herekolê tevlî nava refên gerîla dibe. Ji ber bû yek ji jinên Kurd ên leheng ên ji heman malbatê tevlî gerîla bûn û li çiyayên azad hatin cem hev gelek bi kelecanî bû.

Hevrêya me Rojda ya ku yekemîn perwerdehiya xwe ya gerîlatiyê li qada Bestayê dîtiye, di demeke kurt de xwe pêş xistiye û ezmûneke mezin bi dest xist. Ji her hevrêyekî xwe tiştek hîn bû û di nava çend mehan de ezmûneke xurt a leşkerî bi dest xist. Hevrêya me bi saya tevlîbûna xwe ya xurt û sekna xwe ya pêşeng karî baweriya hevrêyên xwe qezenc bike û piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li hemberî Kobanê bi israrek mezin pêşniyar kir ku derbasî Kobanê bibe. Her çendî ji ber ku hevrêya me nû tevlî refên gerîla bûbû, hevrêyên wê nedixwest ew bişînin, lê bi israra xwe ya xurt û hêrsa xwe ya mezin a li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê, di pêşniyara xwe de bi ser ket û di şerê dîrokî yê Kobanê de cih girt. Hevrêya me Rojda tevî ku pratîka xwe ya leşkerî nebû jî, bi baweriyek mezin çûbû Kobanê û bi tiştên ku ji hevrêyên xwe hîn bû bi awayekî serketî bi cih anî, di demeke kin de bû milîtaneke pêşeng. Hevrêya me Rojda ya ku bi Arîn û Gelhatan re di şerê Kobanê ku ev berxwedana destanî dikare bibe mijara fîlm û romanan de cih girtibû, li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê şer kir û ji bo bîranîna van hevrêyan her tim di nava têkoşîneke dijwar de bû.

Hevrêya me ya ku piştî rizgarkirina Kobanê di şerê li dijî çeteyan de cih digirt, di Pêngava Sirînê de birîndar bû û demekê tedawî dît. Hevrêya me Rojda ya ku vê dema tedawiyê bi lêhûrbûna li ser pêvajoya şer û hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de derbas kir, di demeke kin de baş bû û careke din cihê xwe di çeperan de girt. Hevrêya me bi lêhûrbûna xwe ya di pêvajoya şer de ji kêmasî û nebesiyên xwe ders derxist û hîn bi hêztir vegeriya qada şer a ku xwe lê azad hîs dikir. Hevrêya me Rojda ku di ferqa wê yekê de bû ku, bi her derbeya ku li çeteyan bixe dikare tola jinên Êzidî hilîne, li herêma Rojava beşdarî gelek çalakiyên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû û bû yek ji hevrêyên me ku di têkbirina çeteyan de rola xwe lîst. Hevrêya me Rojda ku di şer de xwe di warê leşkerî de bi pêş xist, bi îdeolojiya azadiyê ya Rêbertiya me re xwest bibe milîtanek tam. Li ser vê bingehê hevrêya me tevî hevrêyên xwe yên jin perwerde dît û li vir kurahiya Îdeolojiya Rizgariya Jin hîn bû û bi jiyanî kir. Hevrêya me ku di pêvajoya perwerdehiyê de xwe bi şens didît ku bi hevrêyên xwe yên jin re heman hawirê parve dike, di vê pêvajoyê de hêza cewherî ya jinê hê baştir fêhm kir. Hevrêya me Rojda ya ku her kêliya perwerdehiya xwe bi lêhûrbûnê derbas kir, di kesayeta xwe de pêşketinên xurt pêk anî û di asta pêşengiyê de bû xwedî sekn û tevlîbûn.

Hevrêya me Rojda ya ku di pêşxistina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de kedeke mezin da, fikirî ku li vir peywira xwe qedandiye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku hesreta wê bû. Hevrêya me ku evîndarê çiyayan bû, demeke pir kurt li wir ma, ji bo ji nû ve bi xwezayê re bibe yek û ji nû ve zindîtiya bêhempa ya xwezayê hîs bike, kedek mezin da. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li hember qadên Metîna, Zap û Avaşînê hevrêya me ku bawer dikir divê weke gerîlayeke YJA Starê rola xwe ya pêşengiyê bi cih bîne, li ser vê esasê tevlî tîmên gerîla yên bi tevger ku yek ji taktîkên gerîla yên serdema nû ye bû. Şehadeta hevrêya me Arjîn Garzan (Nergîz Akşîn) a di sala 2017’an li Botanê ku keça apê wê û hevrêya wê ya meşa şoreşgerî bû, bandorek mezin li hevrêya me Rojda kir. Hevrê Arjîn ku bi sekn, tevlîbûn, hevrêtî û rastiya jina azad ku di şexsê xwe de avakirî, bû yek ji gerîlayên herî hêja yên Botanê û bi têkoşîn û şehadeta xwe rê nîşanê hevrêya me Rojda da. Hevrêya me bi dilsoziya xwe ya kûr a ji bo şehîdan û hevrêtiyê, her tim xwe deyndar hîs kir û hewl da ku layîqê şehîdan be. Hevrêya me Rojda hewl da bîranîna şehîd Arjîn zindî bihêle, têkoşîna wê mezin bike û ala azadiyê ya ku ji wê weke mîrate dewir girtiye bigihîne serkeftinê.

Hevrêya me ji bo şerê li dijî dagirkeran derbasî Metîna bû, li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû û karî hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin veguherîne çalakiyê. Hevrê Rojda bi tevlîbûna xwe ya sade, bi samîmiyeta xwe ya di hevrêtiyê de û bi helwesta xwe ya mitewazî hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir, her tim bûye hevrêya ku em ê ji xwe re mînak bigirin.

ŞOREŞ SERHILDAN

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser bingeha fikrê Rêber Apo yê azadiyê pêşket û li Rojhilata Navîn bû destpêka pêvajoyeke nû ya şoreşgerî, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê. Gelên Rojhilata Navîn ên ku bi sedsalan e mehkûmî tariyê bûne, bi nakokiyên sûnî anîna dijberî hev û tevî hemû dewlemendiyên xwe di bin xizaniyeke kûr de dijiyan, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re dest bi nefes girtinê kirine û bi hêviya ji siberoja ku wê azadiya xwe bi dest bixin, dest bi lêgerîna xwe kirine. Tevî gelê Kurd, gelên Ereb, Asûrî, Sûryanî, Çerkez û Ermenî yên li herêmê dijîn eleqeyek mezin nîşanî ramanên Rêbertî yên Neteweya Demokratîk ku bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re xwe da der dan û karîn bi hevgirtina li dijî çeteyan û dewletên dagirker bibin yek.

Hevrêyê me Şoreş ku di malbateke Ereb de li bajarê Hesekê yê ku mozaîka gelan e ji dayik bû û malbata wî jî weke hemû gelên Sûriyeyê bi salan di bin zext û gefên tund ên rejîma BAAS’ê de jiya. Ji ber ku herêma ku lê dijiyan piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê hate dagirkirin, demekê rastî zextên van çeteyan hatin. Mîna gelê me yê Ereb ku dît çeteyên DAÎŞ'ê yên îdîa dikirin li ser navê gelên Ereb û Misilman şer dikin, ti eleqeya xwe bi Îslamiyeta rast re nîne, hevrêyê me Şoreş û malbata wî dest bi bendewariya roja ku hêzên azadiyê yên Rojava wê wan ji vê zilma çeteyan rizgar bikin, kirin. Piştî ku şervanên azadiyê yên ku felsefeya azadiyê ya Rêbertî bi jiyanî kirin û Hesekê ji kontrola çeteyan rizgar kirin, gelê me şervanên azadiyê bi coş û kêfxweşiyeke mezin hembêz kirin.

Hevrêyê me Şoreş ku îlhama şervanên ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bi fedekariyek mezin şer dikin meraq dikir, fêm kir ku ev yek ancax bi tevlîbûna aktîf a têkoşîna şoreşgerî dikare hîn bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şoreş ku yekem car tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû, bi saya nêzîkatiya xwe ya rast û jidil baweriya hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Şoreş ku dît şervanên azadiyê hêza xwe ya bingehîn ji girêdanên xurt ên hevrêtiyê di jiyanê de li ser esas û pîvanên Apoyî digirin, ji vê yekê gelekî bandor bûye. Ew bi xwe bû xwedî ked û hewldaneke mezin ku bibe hevrêyekî baş.

Hevrêyê me yê ku dizanibû tenê dikare wiha layiqî nirxê jê re tê dayîn bibe, her roja ku derbas dibû xwe di felsefeya Rêbertiyê de zêdetir kûr dikir. Hevrêyê me Şoreş ê ku bi hêza ku ji hevrêyên xwe digirt zêdetir beşdarî xebatên pratîkî bû, bi taybet li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker beşdarî çeperên berxwedanê yên li herêma Rojava bû. Bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bêdudil di dema şer de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Di êrîşên dagirkeriyê de bû şahidê komkujiyên dewleta Tirk ên qirker ên li ser gelê me. Di wê baweriyê de bû ku wê bi tevlîbûna nava refên gerîla hesabê qetlîamên artêşa dagirker a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî bê pirsîn û li ser vê yekê zêdetir lêhûrbûn kir.

Hevrêyê me Şoreş bi hêrsa di dilê xwe de û bi baweriya paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê me, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi lez û bez xwe adapteyî jiyana gerîla û çiyayî kir. Hevrêyê me Şoreş ku ji bo xwe di taktîkên şerê gerîla de kûr bike gelek hewldan kir, bi taybetî bi hînbûna bikaranîna gelek çekên bi bandor xwe di warê taktîkî de amade kir. Bawer kir ku rêya bûyîna şoreşgerekî yekgirtî û profesyonel, bi kûrbûna îdeolojîk pêkan e û di îdeolojiya Rêbertî de kûr bû. Fikirî ku divê li hemberî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna li kêleka hevrêyên xwe be û berê xwe da herêma Metîna. Hevrêyê me Şoreş ku xwedî tecrubeya şer e, li vir tevlî tîmên gerîlla yên bi tevger dibe. Li hemberî dijmin gelek çalakiyên ku derbeyên mezin li dijmin dane, pêk anîn. Hevrêyê me Şoreş bi çalakiya xwe tirs xist nava dijmin û bi van çalakiyan barê hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê de şer dikirin, sivik kir. Hevrêyê me Şoreş ku di hevrêtiya xwe de bi kesayetiya xwe ya kurt û ji dil û can, şopên kûr li ser her hevrêyê xwe hişt, heta kêliya ku gihişt şehadetê baweriya xwe ya bi felsefeya Rêber Apo parast. Weke hevrêyên wî em soza hevrêyê xwe Şoreş careke din dubare dikin ku em ê yekîtiya azad a gelan ku yek ji armancên bilind e, pêk bînin û ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk bê navber têkoşîna xwe bidomînin.”