Jina berxwedêr Gulê Mişko Nemir hat bibîranîn

Jina berxwdêr Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.

Jina berxwdêr a Êzidî Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin. Gulê Mişko Nemir li ber peykerê xwe hat bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî li ber peykerê Gulê Mişko Nemir find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn. Li vir ewilî Şêx Seîd axivî. Seîd anî ziman ku ferman hîna ji berdewam dikin û got: “Em hêvî dikin ku gelê me divê ferqê de be. Divê li dijî êrîş û fermanan em yekitiya xwe xurt bikin.”

Keça Gulê Mişko Nemir, Dilêman Reşo jî axivî û got: “Îro dîsan ji bo me roja reş e. Her ku ev roj nêz dibe, êş û birînên me kûr dibin. Ferman hîna jî bi dawî nebûye. Heta xwişk û dayikên me di destê wan hovan de be, ferman bi dawî nabe.”

Piştre endama TAJÊ Kinê Xidir jî axivî. Xidir anî ziman ku ew êdî ji tu tiştê natirsin û got: “Em ê bibin şopdarên Dayê Gulê û hezaran şehîdên xwe. Divê civaka me bibe yek û kêfa dijmin neyne.”

Hevserê Gulê Mişko Nemir, Reşo Elî jî axivî û got: “Roja reş û tarî wê tu carê neyê jibîrkirin. Bila civaka me baş bizane ku em li hev nebin xwedî, wê tu kes li me nebe xwedî. Ez bi şahadeta Gulê serbilindim. Ji ber ku Gulê Êzidiyatî û baweriya xwe parast.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.