Fermandara ked û hezkirinê: Rûken

Hîn çend meh berê hatibû Serhedê, lê belê li vê eyaletê cihek nema ku Rûken neçûyê. Ew fermandareke ked û hezkirinê bû.

Koma gerîla ya ji zêdeyî sih kesî. Li deşta Bazîdê, li pala çiyayê Agirî. 1'ê Gulanê bû. Sal 1994. Zivistan hîn nû dibû bihar, quntara Agirî bi deştan xemilî bû. Li aliyekî çiyayê Agirî, li aliyê din jî çiyayên bi kîlometreyan dûr. Erd nerm bû, bi herî bû. Meşa herî zehmet biharê meşa li nava zeviyên şil û heriyê ye. Bi taybetî dema ku mirov bi saetan meşiya be û barê te giran be...

Li deşta Bazîdê komek ji gerîla di nava heriyê de, di nava çiravê de dimeşe. Meş xwedî tempoyekê ye. Yên dimeşin mîna ku ji operasyoneke herî mezin a zivistanê derketine. Şer, serma, berf, piyên şewitî û birçîbûn... Li gel vê yekê jî komeke gerîla ya li ber xwe dide û piştevaniya hevalên xwe yên li çeperê dike. Xwe girandibûn biharê. Bihar hêvî ye.

Ev daxwaza wan ne ji bo xwe ye. Her kes ji bo tolhildanê li benda biharê ne. Ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bûne vê yekê dixwazin.

Li gel her tiştî dimeşin. Bi hêviyê dimeşin. Bi hêrsê dimeşin. Her kes dide ser şopa hev, bi bîranînên di dilê xwe de. Bi tempoyekê gavê diavêjin.

Derdor bêdeng e. Dibe ku ji bo bêdengiya gavavêtinê meşa di vê hewayê de, meşa di demsaleke bi vî rengî de ya herî baş e. Sih gerîla bi bêdengî dimeşin. Meş dewam dike.

Ji nişka ve dengê motorê ji deştê tê. Piştre jî dengê teqînê. Rewşeke matmayî. Piştî demeke kurt tê fêhmkirin. Tank di kemînê de ye.

Topbaran, bombardûman bênavber têne kirin. Hin ji bombeyan li nêzî komê dikeve û bi teqînan re kom belav dibe. Dengê topan li nava şevê belav dibe. Parçeyên topan di ser gerîla re derbas dibin.

Di topbarana destpêkê de gelek ji komê şehîd bûn an jî birîndar bûn. Yên mayî xwe li nava deştê, zeviyan, qiraxa çem veşartin. Her yek li hevrêyên xwe difikirî. Dixwestin di firsenda destpêkê de hevrêyên xwe yên birîndar rizgar bikin.

Yek ji tişta herî zehmet a li nava gerîla ew e ku şahidiyê ji nefesa dawî ya hevalekî xwe re bike.

Serhildan gerîlayeke ji du salan bû ku bi saxî ji vê bûyerê rizgar bû û berê li deşta Bazîd û Îdirê karê eniyê kiribû. Gerîlayeke ji Mêrdînê bû.

Serhildan li qiraxa avê deng bihîst û bi hêviyeke mezin ber bi wî dengî ve çû. Li wir liv û tevgerek dît. Bi ser de çû. Fêhm kir ku ya li erdê dirêjkirî yek ji hevrêyên wê Rûken e. Ji Çorûmê bû. Tirk bû. Li qada Rêbertî mabû, rûyê wê timî li ken bû. Niha li erdê dirêjkirî bû. Xwest destê xwe bide birîna wê. Xwest wê rake û bide rûniştandin. Rûken nikarî rûnê. Dema ku bala xwe da wê, dît ku ji piştê û pê ve Rûken di bin paletên panzerê de eciqî ye. Ne hêza wê mabû ku biaxive, ne jî karîbû rabe ser xwe. Bi hewldaneke dawî ji guhê Serhildan re got 'Hevalê Alî rizgar bikin'.

Û Rûken, Rûken a ku rûyê wê timî li ken nefesa xwe ya dawî da, her wiha wezîfeya dawî jî da Serhildan. Rizgarkirina fermandarê komê, Fermandarê Eyaleta Serhedê Alî Dirêj bû.

Piştî ku dengê motorê kêm bû, Serhildan xwe gihand quntarê çiyayê Agirî. Siya mirovan dît. Bi hêviyekê ber bi wan ve çû û bi lez xwe gihand wan. Yek ji wan Alî Dirêj bû. Ji ber ku hevalên xwe dît, kêfxweş bû. Bi taybetî dema ku dît Alî Dirêj sax e, ku Rûken jê re gotibû 'rizgar bike' hîn bêhtir kêfxweş bû. Ji nava koma gerîla ya ji sih kesî tenê çend kes rizgar bûn.