Wekî çinarekê şax veda

Mehmet Salih Şahîn (Xeyrî) ji Rihayê bû. Di sala 1975’an de dema ku lîse dixwend tevgera Apoyî nas kir. Di sala 1980’î de bi PKK’ê re têkilî danî. Heta sala 1986’an li Ewropayê di nava xebatan de ma. Paşê berê xwe da çiyayan.

Wî Eyfel li dû xwe hişt û bi rê ket. Bi peykerên xwe yên li nav meydanên mezin û bi vîtrînên ronî cîhaneke cihê bû.

Ji roja ku hat vir û şûnde xwe aîdî vir hîs nekir. Lê li wan deran li ser axa bav û kalan çawa bi awayekî cihê qala van deran dihate kirin. Mirov bi çi hêviyan diketin rê. Bi hezaran kes, bi dizî yanî eşkere, paşê xwe didan rabirdû û dîrokê, direviyan dihatin. Xeyrî jî yek ji wan bû. Sal derbas bûbûn ku, wî dev ji welat û axa xwe berdabû.

Ji bo wî gelek tişt hatibûn guhertin.

Tiştek ne wekî ku dihate gotin bû. Li vir tişta herî bilind Eyfel bû. Ji bo wî tu watey vî tiştî tunebû. Çemê Firatê yê nêzî gundê wan û girikên biçûk ên li gundan xwedî gelek wateyên cihê bû.

Erê, dema vegerê hatibû.

Ketibû heyecana ku wê vegere welatê xwe.

Heyecaneke din jî hebû. Wê biçûya ba Rêberê xwe ku wate li jiyana wî bar kiribû û têkoşîn ava kiribû.

Ew bi heyecanek mezin derket rê, bêyî ku têkeve nav dudiliyê…

Wî li dû xwe Eyfel, Parîs û ew mirovên sar, bajarê bê ruh hişt...

Çû Lubnanê…

Salên tevlihev bûn. Hem li Rojhilata Navîn hem jî cîhan serobin dibû. Dema gihişt Rojhilata Navîn, bêhneke kûr kişand. Xweş bû ku di civakek ku ew xwe wekî yek ji wan hîs dikir.

Bekaa…

Pêvajoya Kongreya 3’emîn…

Di dîroka têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û heta ya hemû gelên cîhanê de ev xaçereke dîrokî bû.

Hêza pêşeng a şerê demdirêj ê gel, gerîla ji Botanê heta Xerzan, Serhed û Dêrsimê belav bû. Gelê Kurd ê li Ewropayê dijiyan jî ji vî şerê ku pêş diket bandor dibûn û her ku diçe zêdetir beşdarî têkoşînê dibûn. Lê belê hem li qada navneteweyî û hem jî li herêmê hin hêzan dîtin ku ev têkoşîn pergala sedsalê dihejîne, wan jî tedbîrên li dijî vê pêş xistin.

Şerê gerîlayan dewam kir, lê Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd bû û li gelek qadên gerîla windahî didan. Ji bo mudaxeleya vî tiştî Rêber Apo him xebatên perwerdehiyê dikir û him jî hemû xebatên qadê ji nû ve birêxistin dikir.

25-30 Cotmeha 1986’an…

Ev xebatên perwerdehiyê yên ku Rêber Ap dikir, a rast armanca wê partîbûneke ji nû ve bû. Yek ji metoda bingehîn ev bû ku taybetiyên kadroyan têk dibe analîz bike, sedemên sernekeftinê derxîne holê û kadro karibe di kesayetiya xwe de vî tiştî derbas bike. Piştî pêvajoya perwerdehî û nîqaşê ya ku bi qasî salekê domiya, kongreyê dest pê kir.

Bi slogana ‘Ya ka li vir tê veçirandin ne kêlî ye dîrok e, ne kes e civak e’ kongre dihate lidarxistin. Kongreyê her kes wekî sosyolog û psîkologan analîz dikir. Him kes û him jî civak dihate analîzkirin. Kesayetiya ku hay ji xwe û bîra xwe dibû, qelsiyên xwe bi awayekî zelal didît.

Rêber Apo digot “Kadroyên ku li Ewropayê mezin bûne, mîna kulîlkeke di nav kulîlkdankê ne. Heke diwaze bibe dar û şax vede divê mirov kulîlkê ji kulîlkdankê derxîne û li axê biçîne. Hevalên ku ji Ewropayê tevlî têkoşînê bûne, ji bo ku bibin milîtanên jêhatî divê vegerin çavkaniya sereke û werin Kurdistanê.”

Heval Xeyrî jî yek ji wan bû. Ew dirêj bû, gir bû. Ji Rihayê bû. Di sala 1975’an de dema lîse dixwend Tevgera Apoyî nas kir, piştî ku ji dibistanê hat avêtin, ji ber pirsgirêkên aborî çû Ewropayê, di sala 1980’an de bi PKK’ê re têkilî danîbû bû û heta sala 1986’an li Ewropayê xebitîbû.  Weke ku Rêbertiyê di vê gotina xwe de diyar kir, ji bo ku bibe dara çinarê û li welat bi cih bibe, bi xwerexneyî nêzî kongreyê dibû. Zehmetiyên şoreşa welat, qanûnên têkoşîna çekdarî, esasên şênber ên rêxistinbûnê yên hatine ceribandin… Bi kurtasî wekî ‘Min taybetiyên kesayetiya milîtan di pirtûkan de xwend, di warê teorîk de ez hîn bûm, min propagandaya vî tiştî kir. Min ne rastî û cewhera wê, teyisîna wê jiya û di xebatan de ev tişt pêk anî’ nêz dibû. Ji bo cewherê fêm bike, di cewher de kûr bibe, ketibû nav xebateke mezin.

Her wiha hesreta wî ya ji bo xakên ku bi salan ji wan dûr ketibû û ya ji bo çiyayan, di her kêlîka wî de xuya dibû.

Piştî kongreyê berê xwe da Botanê. Demekê fermandarê tîmê bû. Her ku dem derbas dibû û di pratîkên dijwar de bi serkeftî derbas dibû, berpirsyariyên mezintir wergirt. Di 1’emîn Konferansa Partiyê ya nava welat ku di Îlona 1989’an de hat lidarxistin de wek endamê navendî yê nava welat hat hilbijartin.

Di dawiya sala 1990’î de ji bo beşdarî 4’emîn Kongreya PKK’ê bibe hat Heftanînê. Di kongreyê de weke endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin û weke Rêveberiya Eyaleta Xerzanê derbasî Xerzanê bû. Di Adara 1991’an de gihişt Xerzanê.

Xerzan di dîroka Kurdistanê de welatê serhildanan e. Kela Eliyê Yûnis hê jî yek ji cihên pîroz ên gel e. Ji bo gerîla warekî xweş e. Bi salan bi keda Egîd û Cahîtan her çiyayê Xerzanê pîroz bû. Heke nirx li van nirxan zêde bikira wê karibû bibûya fermandarê van diyarên pîroz. Tevî Dr. Kendal û Otomatîk Mervan di nava demeke demeke kurt dfe gelek çalakiyên mezin kiribûn, di nava demeke kurt baweriya gel stendibûn û di dilê dijmin de tirseke mezin çêkiribûn. Roj bi roj mîna çemekî bi coş diherikî.

Zivistana sala 1992’an bû. Serê salê bû.

Mizgîn ber bi gelî ve dimeşiya. Du milîs li pêşiya wê bû û bi lez dimeşiyan. Her çendî dixwest bi lez biçe jî, her çendî zor û zehmetî dikişand jî, di wê sar û sermayê de bi pêş ve diçûn. Bi hezaran tişt dihatin bîra wê. Ew hay ji girîngiya kêliyê hebû, wê demê li tiştekî nedifikirî û bi tempoya ku divê xwe bi lezgînî bigihînin jor, dimeşiya.

Her çiqas dinya ewr bû û stêrk û ronahiya heyvê nedihatin dîtin jî, derdor bi spîtiya berfê ronî bû.

Dimeşiyan. Hatibûn serê gelî. Wan dest bi hilkişîna jor kirin.

Ji ber ku dinya ewr bû ne sar bû. Ji ber vê yekê berf nebûbû cemed û vî tiştî meşa wan dijwar dikir. Ji meşa di nav avê de zehmettir bû.

Dimeşiyan. Her kêlîka ku dihate windakirin dikaribû bibûya encamên ku mirov wê bigota ‘Xwezî…’

Hinekî pêş, li ser berfa ku li nava gelî reşahiya kesekî xuya bû. Dema ew nêz bûn, reşahî zelal bû.

Dem diçû. Berf giran bû. Hewa giran bû.Vê rewşa ku tê de bûn, girantir bû.

Dem derbas bû. Wan berê Vacîp Şirnex dîtin. Bi lez derxistin. Laşê wî wek qeşayê bû. Lê dilê wî hêdî be jî lêdixist. Piştî ku ew kişandin quncikekê û parke lêkirin, li yên din geriyan. Milîsekî hewl dida heval Vacîp bide jiyîn. Yên din jî bi hemû hêza xwe xebitîn. Lê dem derbas dibû. Li nêzî cihê ku Vacîp derxistin vê carê jî Reşîd derxistin. Lê ruh jê çûbû.

Piştre cenazeyê hevrê Xeyrî ji bin berfê derket.

Ji bo heval Rustem sax derxînin, bi lezeke mezin hewl dan.

Mixabin encam ne baş bû. Heval Rûstem jî şehîd ketibû.

Mizgîn bi hêviyeke mezin beziya ba Vacîb. Lê piştî demeke kurt ku ji bin berfê hate derxistin, dilê wî sekinîbû.

Tevî pênc kesan hatibûn gundê Çorsin ê Tetwanê. Beriya demekê Dr. Kendal û heval Mervan her du jî şehîd ketibûn. Ev heval pêşengên geşedanên mezin bûn, şehadeta wan giran bû. Şertên zivistanê bû. Ji bo ku vê rewşê ragihînin ji Rêbertî re hatibûn gund. Piştî ku gihiştinûn gund, milîsekî diyar kiribû leşker ber bi gund ve tên, Mizgîn kincên gundiyan li xwe kiribû û tevî çar hevalan meşiyan ber bi geliyê li jorî gund. Piştî demeke kurt hate fêmkirin ev kesên hatine dîtin ne leşker in, du kes ji bo agahiyê bidin hevalan çûbûn û dîtibû ku şape bi ser hevalan de hatiye. Yek ji bo alîkariyê hatibû, yekî hewl dida hevalan ji bin berfê derxîne.

Tevî hemû hewldanan jî her çar heval nehatin rizgarkirin. Piştî heval Kendal, niha jî heval Mervan. Niha jî heval Xeyrî.

Hemû berpirsyariya Rêveberiya Eyaleta Xerzanê ket ser milê Mizgîn. Lê êşa şehadeta hevalan gelekî girantir bû.

Bi bêran li jora gelî ji bo hevalan gor hatin kolandin. Yeko yeko heval hatin veşartin.

Mizgîn li kêleka goran rûnişt.

Wê dixwest hemû êşa xwe bi dengekî ku hêrs tê de bû, biqîre.

Bêdeng ma.

Bi sivikî nehwirand.

Lo hevalno…

 

Dengek tê…

Dengê şoreşgerê şoreşvana…

Dengê axîn û nalîn û qirînê.

Lo hevalno…

 

Can û cîgerê min heliya

Lo hevalno loy…

Ez ê herim hawara şoreşger û şoreşvana

Lo hevalno...