Li Şengalê ji bo 3 deqeyan jiyan sekinî

Li Şengalê ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê ku di sala 2014'an de bi destê DAÎŞ'ê hate kirin, 3 deqeyan rêz hate girtin.

Salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê bi 3 deqeyan rawestandina jiyanê destpê kir.

Di serî de navçeyên Sinûnê û Xanesorê li gelek deverên Şengalê saet di 10:00 de ji bo 3 deqeyan rêz hate girtin û qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.

Li navçeya Sinûnê li Çerxerêya Mam Zekî jiyan hate sekinandin û cangoriyên fermanê hatin bîranîn.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas piştî rêzgirtinê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku biryara wan a Rêveberiya Xweser a Şengalê ye ku her sal di salvegera fermanê de ji bo bîranîna cangoriyên fermanê 3 deqeyan rêzê bigirin.

Xwedêda Eliyas got, "Her sal di vê rojê de birînên me vedibin û teze dibin. Em ti carî wê roja xiyanetê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Bila gelê me xwedî li vê rojê derkeve."