DEDAŞ bêyî ku saetan bixwîne cezayan dibire

DEDAŞ bêyî ku biçe gundên Nisêbîna Mêrdînê, bi deh hezaran lîra ceza li aboneyan birî.

Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bêyî ku biçe nêzika 300 malên li gundên Dala, Dêrê û Qanterê yên Nisêbîna Mêrdînê, li ser maseyê di navbera 22 û 35 hezaran ceza li aboneyan birî. Gundiyan diyar kirin ji SMS û fatoreyên ku ji wan re hatine, ew hîn bûne ku ceza hatiye birîn.

Li gorî agahiyên ku ji şêniyên gundan hatiye stendin, DEDAŞ’ê saetên elektrîkê nexwendiye û bi hinceta ku ‘elektrîka qaçax xebitandine’ bêyî ku biçe gundan, ceza biriye.

Şêniyên gund ê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku 24.777 lîra ceza li wî hatiye birîn, bang li parlementerên bajêr kir û xwest ev mesele li meclîsê jî têkeve rojevê.