Çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berdewam in.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin; gelek çalakî hatine lidarxistin; herî kêm sê dagirker hatine cezakirin.
Di daxuyaniyê de ku îro Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê da, hat ragihandin ku di çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdistanê de ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dar xistine, herî kêm leşkerekê Tirk ê dagirker hatiye cezakirin û derbe li sê mewziyan hatine xistin.