Îro li Şengalê bi pêşengtiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, bi boneya salvegera 9’emîn a fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, komxebatek tê lidarxistin. Weke tê zanîn ev tifaqa civakî û siyasî ya Şengalê, 24’ê Hezîrana 2023’an hat ragihandin. PADÊ, YNK û Teqedûm di nav vê tifaqê de ne. Her wiha weke nûnerên çand û civakên Şengalê jî nûnerên Mesîhî, Sinî, Şîa, Tirkmen jî yekîtîya xwe bi rêya vê tifaqê ragihand.
Bi pêşengtiya vê tifaqê, li navçeya Sinûnê ya Şengalê, li salona Sefîr di saet 15:00’an de bi dirûşmeya “Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye” komxebat dest pê bû. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî, Berpirsê YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî, Serokê Teqedûmê Seîd Beddûş, Nûnerê Mesihiyan Gabrîel Şemhûn, Nûnerê Siniyan Adil Silêman, Nûnerê Tirkmenan Abdulrezzak Reza, Nûnerê Şîayan Seyîd Mehmûd, sazî û dezgehên rêveberiya Xweser a Şengalê, serokeşîr, kesayetên naskirî û rûspiyên Şengalê jî di nav de bi sedan kes tev li komxebatê bûn.
Ji derveyî Şengalê jî nûnerê Waliyê Mûsilê Enwer Elî Gepo, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Kak Aras, Qaid Ameliyatê Xerb Nînowayê, berpirsê Operasyonên Nînowayê, rayedarên Emnil- Wetenî jî di nav de bi dehan rayedarên siyasî û leşkeri yên Deşta Nînowayê jî bûne beşdar li komxebatê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê oldaran ve hate kirin. Oldarê Şîa Seyîd Mehmûd, oldarê Êzidî Fexir Xelef û nûnerê Mesihiyan Gabrîel Şemhûn li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, peyamên destpêkê yên komxebatê dan. Hemû kesên axivîn, bang li civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê kir da ku yekîtî û tifaqa xwe xurtir bikin. Her wiha bang li Iraqê hate kirin ku bi erka xwe rabibe, rê veke ku Êzidî bikarin xwe bi rê ve bibin.
Wê di komxebatê de xurtkirin û berfirehkirina yekîtî û tifaqa Şengalê, xebata ji bo gel li Şengalê vegere, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên îdarî yên Şengalê û gelek mijarên din ên giring werin niqaşkirin.
Komxebat bi peyam û axaftinan berdewam e.